Di balafirê de teqîn kesek birîndar bû 2016-06-12 12:21:04 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Balafirgeha Pudong ya bajarê Şangaya ya Çînê teqîn çêbû, di teqînê de kesek birîndar bû. Hat gotin li balafirgrha Pandong ya bajarê Şengaya ya Çînê ji ber sedemeke nayê zanîn teqîn çêbû. Di teqîna ku piştî nîvro qewimî de, kesek birîndar bû, gelek ambulans şandin cihê bûyerê. Derheqê bûyerê de tu daxuyaniyeke fermî hêj nehate kirin û di medyaya Çînê de sedem wekî buyereke ceryanê hat nîşandan. (ms)