Debara 11 zarokan li ser pişta wê ye 2016-06-12 09:04:28 WAN (DÎHA) – Dayika 11 zarokan Fatma Yîgît a ji ber êrîşên dewletê ji Sîlopiya hat Wanê, bi pêtina nanê tenûrê debara 11 zarokan dike. Yîgît anî ziman ku wan gelek berîya warê xwe kirine û dixwazin vegerin warê xwe. Gelek welatiyên Sîlopya ya Şirnexê piştî dorpêç û êrîşan li ser taxan dest pê kir, ji warên xwe koç kirin û hatin Wanê. Yek ji van koçberan dayîka 11 zarokan Fatama Yîgît a 40 salî ye. Yîgît, piştî êrîşên dewletê ligel 11 zarokên xwe hatin navçeya Westanê ya Wan bicih bûn. Malbata Yîgît piştî koç kirin, şert û mercê jiyana wan zahmettir bû. Yîgît ji bo mohtacî kesî nebe û debara zarokên xwe bike dest bi pêtina nanê tenûrê kir û bi pêtina nanê tenûrê debara zarokên xwe dike. Yîgît rojê bi 100 TL nan difiroşe û debara 11 zarokên xwe dike. Bi keda destê xwe risqê zarokan rojane derdixe. Yîgît li firnê nanê lewaş, kade, teptepe dipêje. Lê piştî meha remezanê êdî wekî berê zêde nan napêje. Hêzên dewletê mala wan kiribû qereqol Yîgît da zanîn ku ew ji ber zilma dewletê koç bûn û wiha got: “Hêzên dewletê li Silopiyan wehşet pêk anîn. Malên me xirabkirin zarok qetilkirn. Ji ber wê jî em necar man û ez û zarokên xwe rewiyan. Mala me li taxa Başakê a Silopiyan 3 qat bû. Piştî ku em derketin hêzên dewletê mala me xera kir. Kirin qeeqol û li vir bicih bûn. Piştî ku hêzên dewletê di mala me de qetlîam kirin tehahiya malê xirab kirin.” ‘Nanekê bi 2 TL'yan difiroşe’ Yîgît bilêv kir ku piştî koçberiyê şert û mercên jiyanê zehmet bû. Piştî li Westanê bi cih bû li firinê dest bi pêtina nan kir. Yîgît ji bo 11 zarokên xwe rojê 400- 500 nan dipêje û nanekî bi 2 TL'yan difiroşe. Yîgît got ku ji ber ku êdî mala wan tûneye ew niha nikarin vegerin Silopiyan hevserê wê nikare tu karî bike. Ji ber ku pêdiwiyên zarokan û malê zêdene pereyê ku ew di firnê de kar dike têr nake. 'Me berîya warê xwe kiriye' Yîgît da zanîn ku ew gelek bêriya ax û warê xwe kiriye û li vir gelek zehmetiyan dikşîne. Ji ber zext û zordariyan ew payizê heya niha 2 caran koçber bûne cara ewil berê xwe dane Mêrsînê ji ber ku li wir jî zehmetî gelek zêde bûn, ji wir koçî Wanê kirin. Yîgît herî dawî got: ”Zilma ku dewlet li ser me di meşîne bê hesab namîne. Dewlet dê yek û yek hesabê gelê kurd bide.” (era-zf/mae)