Şitilên nû bi axê re bûn yek 2016-06-12 09:03:18 WAN (DÎHA) - Welatiyên gundê Norkoxê ya Payîzavaya Wanê, ji bo mohtacî derve nebin, şitlên fêkiyên çandin û hewl didin çandiniya herêmê bi pêş bixin. Welatiyên gundê Norkoxê yên navçeya Payîzavayê ya Wanê, li hemberî karkerên demsalê, ji bo çandiniyê li herêmê bi peş bixin û aboriya herêmê xurt bikin, şitil û fîkiyan di serayan de diçînin. Seraya ku ji hêla welatiyên bi navê Metîn Demîr û Nadîr Akbulut berî 3 emhan hat avakirin, li ser 60 hezar metreyî qasî 150 hezar şitlên becanên sor, îsot, zebeş û petêx çandin. 'Girêdana derve ji holê tê rakirin' Metîn Demîr diyar kir ku wan berê ji derve şitil tanîn û li vir diçandin û ev tişt got: "Me îsal bi hevalan re xebateke komîn ava kir û me şitilên ku çandibû di serayan de danîn. Bi vê rêyê girêdana bi derve re hat qutkirin." Gelek şitil dan gel jî Demîr aşkera kir ku serayên bi awayekî komîn hatine avakirin, êdî bermahiyên wan digirin, bi vê rêyê gel jî teşwîqî seravaniyê dikin. Demîr got ku ji ber şitilên bê kok, gelek payîzavayiyan dest ji çandinê berda ye, bi şitlên serayên komîn de dîsa gelek kesî dest bi çandiniyê kiriye. Demîr bi lêv kir ku ew şitilên ku çandine, bi pergala dilopê avdidin, bi vê rêyê avjî kêm tê xerckirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bê sero ber avdan, serê donimê 100 ton av diket, lê bi teknîka dilopê ev peyayî 5 tonan bû. Bi vê rêyê hem berhem jî zêde digirin, hem jî pêşî li îsrafê didin girtin." Kesên pêwistî pê hebe dê feydeyê bigire Demîr herî dawî da zanîn ku tişta ji bo seravaniyê girîng, germahiya rojê ye, di vî alî de Wan jî herêma tavê ye û diyar kir ku ew dê piştî 45 rojan berhemên seraya komîn bigirin. Demîr piştrast kir ku ew dê fêkî û zebzeyên ku bên berhevkirin, dê bidin welatiyên ku pêwistiyên wan pê hene. (ms)