Erdogan ji van gotinan reviya' 2016-06-11 09:51:56 NAVENDA NÛÇEYAN (DîHA) - Boksorê efsanevî Muhammed Alî ku 2 rojan merasima cenazeyê wî pêk hat, li bajarê Louisville yê DYA'yê hat definkirin. Di merasima cenaze de Erdogan ji ber gotina Haham Michael Lerner a "Ji Serokên Tirkiyeyê re bêjn bila kurdan nekujin." merasim terk kir. Roja înê Boksorê efsanevî Muhammed Alî yê 74 salî jiyana xwe ji dest da. Ji bo Alî 2 rojan merasima cenazeyê pêk hat. Cenazeyê wî li bajarê Louisville yê DYA'yê hat definkirin. Di merasimê de sporvanên nas Mike Tyson, Lennox Lewis û aktor Will Smith û hevalên Muhammed Alî darbesta Alî rakirin. Cenaze li Goristana Cave Hill hat definkirin. Torem girtî pêk hat. Li salona sporê ya 'KFC Yum! Centre' merasima bîranînê hat lidarxistin. Di torenê de nêzî 18 hezar bîlet hat belavkirin. Di merasimê de Billy Crystal û Serokê DYA'yê yê berê Bill Clinton jî cihê xwe girt. Serokomar Erdogan jî beşdarî merasimê bû û di nêvî de terk kir. Di merasima cenaze de Erdogan ji ber gotina Haham Michael Lerner a "Ji Serokên Tirkiyeyê re bêjn bila kurdan nekujin." merasim terk kir. Gotina Michael Lerner ku ji aliyê milyonan ve hat temaşekirin li ser piyan bi çepikan hat bersivandin. (mae)