Qesrê bi rêya leşkeran mudaxaleyî meclisê kir 2016-06-10 13:49:47 HAYRÎ DEMÎR ENQERE (DÎHA) - Duh li meclisê civîneke awarte hat li darxistin. Civîna ku li Komîsyona Parastina Mîllî de hat li darxistin de, ji derveyî endamên HDP'ê, endamên CHP, AKP û MHP'ê beşdar bûn, di civînê de leşkerekî paya bilind (yarbay) di civînê de nirxandin kirin. Civîna di qeydên meclisê de cih negirtin, ji bo leşkeran pêşniyara "mertalê destnedanê" hat kirin û hat xwestin 3 partî li hev bikin. Duh li meclisê cara yekemîn civîneke awarte hat li darxisitn. Lî partiyên wekî CHP, MHP û AKP'ê yên ku endamên Komîsyona Parastina Mîllî ne, hat gerîn û hat xwestin ku saet di 11.30'an de di salona komîsyonê de amade bin. Di vê çarçoveyê de her sê partî di saeta hat diyar kirin de li salonê amade bûn. Lê komîsyona ku HDP jî 3 endamên wê têne hene, bangî van endaman nehat kirin û wekîlên endam nehatin vexwandin. Leşkerê paya bilind nirxandin kirin Tişta civînê awarte dike jî nirxandinê ji hêla leşkerê paya bilind ve hatiye kirin e. Civîna ku tu qeyd nehatin kirin û neket fermiyetê, pêşnûme qanûna ku ji bo leşkeran "mertalê parastinê" tîne hat destgirtin. Civîna ku di saet 11.30'an de dest pê kir, 3 saetan dom kir. Mertala parastinê ev 3 sal e tê nirxandin Pêşnûme qanûna ku ji 17 xalan pêk tê, yek bi yek der barê wan de ji hêla leşker ve nirxandin hat kirin û hat gotin ku "ev biryaya dewletê ye." Piştî ev axaftin ji hêla leşkeran ve hat kirin, di navbera endamên CHP'ê û leşker de gengeşî derket. Endamekî komîsyonê yê CHP'î pirsên wekî "Pêşnûmeyeke bi vî şeklî çima niha tê?" ji leşker pirsî, leşker diyar kir ku ev xebat 2-3 sal in tên kirin. Li ser vê endamê CHP'ê bersiva "wê demê we di dema pêvajoya çareseriyê de amadekariya vê yekê dikir" da leşker, li ser vê pirsê, di navbera endamên CHP û AKP'ê de gengeşî derket. Piştî civînê endamê MHP'ê ji wekîlê komîsyonê re ev tişt parve kir: "Baş bû ku ev civîn hat kirin, sibê bi HDP'iyan re civîn bê kirin dê gengeşî derkeve. Divê em xwedî heman hişmendiyê bin." Civîna mijara gotinê bi van nîqaşan dewam kir, pêşnûme qanûna ku dê îro bê dîtin de, tê payîn ku 3 partî di nava piştgiriyê de bin. Ev nîqaşên di civînê de derketin pêş û mijarên ku hatin axaftin, ji hêla hin wekîlên endamê komîsyonê ve jî hatin piştrastkirin. Civîna ku tu qeydên wê nehatin girtin û neket girtekên fermî, îro ji hêla wekîlê AKP'ê yê serokê civîna komîsyonê Yusuf Beyazit ve jî hat piştrastkirin. Bi destpêkirina hevdîtinan re, wekîlên HDP'ê diyar kirin ku di dîroka meclisê de rewşeke wiha nehatiye dîtin û pirsên wekî "ev civîn çima pêk hat û em çima nehatin dewet kirin" hatin pirsîn, li ser pirsên HDP'ê, Beyazit îdia kir ku ev civîn tenê ziyareteke pîrozkirinê ye. Lê bi beşdariya leşkerê paya bilind re, tê dîtin ku ne ziyarteke pîrozkirinê ye. Sererastkirinên ku li ser daxwazên dewletên herî dawî tên li darxisitn, di civîna MGK'ê de biryar hatin girtin û ev wekî sozên Qesrê yên ku dane leşkeran hat qebûlkirin. (ms)