Rûsya: Ka bila Tirkiye destpêkê rêya terorîstan bigire 2016-06-10 10:03:28 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Piştî Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, Rûsya bi lêdana deverên sivîl ên li Helebê sûcdar kir, berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Igor Konaşenkov diyar kir ku ev agahî ne rast e û wiha got: “Bila pêşî Tirkiye rê li ber terorîstên di sînorê wê re derbasî Sûriyeyê dibin bigire.” Ji ber piştgiriya Tiriyeyê ya ku dide çeteyên DAIŞ'ê bertekên Rûsyayê zêde dibin. Piştî Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê diyar kir ku li Helebê sivîlan dikuje, bertekekî tuj ji Rûsyayê hat. Berdevkê Wezareta Parastinê Konaşenkov da zanîn ku balafirên hêzên hewayî yên Rûsyayê tu êrîş li Helebê pêk neaniye û ev tişt hat gotin: "Divê bi bîr bînin ku berî niha jî gelek caran hêzên hewayî yên Rûsyayê hatibûn tawanbarkirin lê yek ji wan jî nehat piştrastkirin." Fermandarê rûsî diyar kir ku daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ku Rûsyayê li mizgeft, nexweşxane, dibistan û deverên din ên sivîl xistiye, qet ne rast in lê milîtan ji Tirkiyeyê bi hêsanî û bêyî ku tu asteng bê derxistin derbasî Sûriyeyê dibin. Konaşenkovî axiftina xwe wiha dewam kir: "Di van rojên dawî de gelek komên terorîst ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê dibin û heman komên terorîst deverên sivîl bi tundî bombebaran dikin. Tiştekî balkêş e ku Wezareta Derve ya Tirkiyeyê vî tiştî nabîne." (ms)