Dayikên Aştiyê: Em ne koleyên mêr, ne jî yên Erdogan in 2016-06-08 14:54:55 STENBOL (DÎHA) - Dayikên Aştiyê bertek nîşanî daxuyaniya Serokomar Tayyip Erdogan a "Jinên dayikbûnê red bikin nîv û kêm in" dan û diyar kirin ku ew ne koleyên Erdogan û ne jî yên mêr in. Dayikên Aştiyê bertek nîşanî daxuyaniya Serokomar Erdogan a "Jinên dayikbûnê red bikin nîv û kêm in" dan. Meclîsa Dayikên Aştiyê li avahiya xwe ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anîn û bertekên xwe anîn ziman. Dayikan helwesta Erdogan şermezar kirin. Endama Meclîsa Dayika Aştiyê Zeynep Calihan, bang li Erdogan kir û xwest gotina xwe paşve bikişîne û destê xwe ji ser bedena jinê bikişîne. Calihan, bang li jinên Tirkiyeyê kir û xwest destûr nede ku Erdogan li ser zarokên wan û bedena wan siyasetê bike. 'Bedena jinê aydî jinê ye' Endama Meclîsa Dayika Aştiyê Perihan Akbulut jî anî ziman mêrên ji gotinên Erdogan hêzê digirin qetilkirina jinan zêde dikin. Akbulut, da zanîn ku li Tirkiyeyê her roj jin ji aliyê mêr ve tê qetilkirin û wiha got: "Bedena jinê aydî jinê ye. Bila kes li ser bedena jinê siyasetê neke. Akbulut, da zanîn ku dixwazin jinê ji vîn û nasnameya wê dûr bixin û Erdogan dest ji her tiştî berdaye û bi bedena jinê mijûl dide. Derkevin kolanan Endama Meclîsa Dayika Aştiyê Guler Bugday jî anî ziman ku Erdogan dixwaze jinan bike koleyên xwe û vîna wan tune bike. Bugday, bang li hemû jinan kir û xwest li dijî vê hişmendiyê dakevin kolanan." (mae)