Demîrtaş: Li Qendîlê dema hevdîtinan hatin bombebarankirin 2016-06-08 11:17:41 AMED (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku kanûna borî bi agahiya hikûmetê ji bo çareserkirina pirsgirêka xendek û barîkatan çûbûn Qendîlê, dema ku bi rayedarên KCK'ê de hevdîtin pêkdianîn ji aliyê balafirên şer ve hatine bombebarankirin. Demîrtaş da zanîn ku ligel vê yekê jî dema ku vegeriyane ji Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdargolu û hikûmetê re peyama ku dikarin însiyatîfa çareseriyê bigirin şandine lê li hemberî vê daxuyaniya herî tund hatiye dayîn. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş duh êvarê beşdarî bernameya Azadî TV a navenda wî li Amedê ye bû pirsên Seher Akçinar Bayar ên têkîldarî pêvajoyê bersivand. Demîrtaş der barê mijara ku careke din vegerin pêvajoya çareseriyê de çûna xwe ya Qendîlê ya di kanûna borî de vegot. Demîrtaş destnîşan kir ku bi agahiya dewletê û Wezareta Karên Hundir di meha kanûnê de li Qendîlê bi rayedarên KCK'ê re hevdîtin pêk anîne û wiha axivî: "Min niyeta me vegot, di vî mijarê de bendewariyên xwe anî ziman. Em siyaseta demokratîk pêk tînin di mijara xendek û barîkatê de em dizanin belê mafê kurdan heye. Em jî diparêzin xweserî parçeyekî bernameya partiye me ye. Lê em dixwazin vî di qada siyaseta demokratîk de nîşan bidin, dixwazin ji pirsgirêka xendek û barîkatê derxînin. Li wir nîqaşên gelekî girîng çêbûn." Demîrtaş bilêv kir ku lê dema ku ew bi rayedarên KCK'ê re bûn ji bo hevdîtin pêk neyên balafirên şer ên artêşa tirk êrîşa hewayî pêk anîn û cihê ku ew lê ne bombebaran kirin. Demîrtaş têkîldarî detayên hevdîtinê de wiha axivî: "Dîrokê dewletj i min baştir dizane, di qeydan de heye. Jima heye ji ber ku li cihê mu min li wê derê hevdîtin pêk dianî bombebaran kirin. Anga êrîşa hewayî pêk anîn ji bo ku cihê ez lê e bombebaran bikin gelek hewl dan. Ji bo ku civîn Pêk neyê avahiya em lê bûn bombebaran kirin. Çend sed metre durî wî bombebaran kirin. Bila derkevin û daxuyaniyê bidin manşetên wê rojê hene. Çapemeniya hewzê sernûçeyên 'êrîşa hewayî pêk hat, Demîrtaş nekarî hevdîtinê pêk bîne û ji Silêmaniyeyê vegeriya' avêtin. Mİn hevdîtin pêk anî. Dizanin lê ji bo ku nedin kirin û dema ku em li wir bûn lêbidin çi ji destên we hat kirin ez vê jî dizanim." Demîrtaş anî ziman ku piştrev egeriyane Tirkiyeyê û bi Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu û bi riya Wezîrê Karên Hundir re pêyam ji hikûmetê re şandiye. Demîrtaş ev agahî da: "Min got ku; binêrin em dixwazin wekî HDP însiyatîfê bigirin. Di nava yek-du rojan de li Amedê di Kongreya KCD'ê de Dê daxuyaniyek bê dayîn, ji we hêvîya me jî ew e ku wekî muxalefet û îxtidarê fersendê bidin vî nîqaşê. Ji ber ku em dixwazin bila bê nîqaşkirin, em dixwazin di qada siyasetê de bên nîqaşkirin. Hûn jî piştgiriyê bidin bi vî rengî em dikarin pirsgirêka xendek û barîkatê bi diyalogê ve nîqaş bikin. Em derketin me belge aşkera kir, axivîn, çend saet derbas bû ji Enqereyê daxuyaniyên tund ên ku heta wê rojê nehatine kirin hatin dayîn. 'Xayîntiya welat, em ê welat nedin parçekirin' Muxalefet dîsa wisa 'xweserî nikare bê nîqaşkirin, komar û xweserî bihevre nabe, tiştekî wekî xwerêveberî nabe'. Neteweperestan heta BAroya Stenbolê daxuyanî dan. Serdozgerê Komarê ya Amedê lêpirsîn vekirin û riya rakirina destnedayînan wê demê dest pê kir. Min ev tişt li tu cihan neanî ziman. Yên ku dibêjin HDP'ê şaşîtî kir bila qusurê nenêrin me canê xwe danî holê. Me jî dikaribû wekî hinekan li qoltixa xwe rûnên û kêfa xwe binêrin." 'Kîjan dîktatorê pirsgirêkê kê çareser kiriye?' Demîrtaş bilêv kir ku Serokomar Tayyîp Erdogan pirsgirêka kurd wekî pirsgirêkekî tê çareserkirin nabîne ji bo ku wekî astengî dibîne û wiha gok: "Hin kes dibêjin ku qey piştî ku Erdogan bibe serok dê pirsgirêkên kurdan çareser bike. Kîjan dîktatorî pirsgirêkên kê çareser kiriye? Erdogan mêze kir ku pêvajoya aştiyê dengên HDP'ê zêdetir dike, pêvajo bi dawî kir." (sa)