Li Bakûr AKP, li Başûr PDK êrîşî jinan dike 2016-06-07 10:53:21 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Zext û êrîşên ku ji hêla hikûmeta AKP û Serokomarê tirk Erdogan ve li Tirkiye û Kurdistanê li hemberî jinan pêk tê, bi heman wayî li Başûrê Kurdistanê jî êrîşên li hemberî jinên kurd ji hêla PDK'ê ve bi awayekî sîstematîk tên meşandin. Nûnera REPAK’ê Meral Çîçek diyar kir ku serdegirtina hêzên asayîşa PDK’ê ya di 5’ê Gulanê de li hember Navenda Têkiliyan a Jinên Kurd (REPAK) pêk hatibû, tu aliyekî xwe yê hiqûqî tune. Çîçek got ku tişta PDK’ê dike bi temamî keyfî û dervey qanûnî ye û wiha got: “Em nêzikatiyên weke parçeyekî Kurdistanê milkê partiyekî siyasî be, qebûl nakin.” Hêzên asayîş û parastinê yên girêdayî PDK’ê di 5’ê Gulanê saet di 09:00’an de bi ser ofîsa Navenda Têkiliyan a Jinên Kurd (REPAK) ya li Hewlêrê de girtin. Hêzên asayîşa PDK’ê di dema serdegirtinê de beyî ku tu pîvanek qanînî li hemberî endamên REPAK’ê pêk bînin, deriyê saziya jinan mohr kirin. Endamên REPAK’ê jî derxistin dervey Hewlêrê û ji wan re gotin ku ji vir herin û carek din venegerin Hewlêrê. Der barê mijarê de nûnera REPAK’ê Meral Çîçek ku ji ajansa Rojnewsê re axivî, diyar kir ku ew birine navenda asayîşê û wêneyên wan hatiye girtin û ev tişt got: "Piştre em anîn noqteya asayîşê ya li ser rêya Hewlêr-Kerkûkê. Li vir kopyayên pasaportên me kişandin. Ji me re gotin, ‘herin û carek din neyên Hewlêr.'" Çîçek diyar kir ku ew ê nêzikatiyek wiha qebûl nekin û li dijî vê yekê têkoşîna xwe bidin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev bi temamî nêzikatiyek keyfî, dervey qanûn û helwestek siyasî ye. Ev bi tu şêwey nayê qebûl kirin. Em nêzikatiya ku parçeyek Kurdistanê weke milkê partiyekî siyasî be, nêzikatiyên weke ew ê biryar bide ka wê kî bixebite û kê li vir naxebite, nayê qebûlkirin.” Jinên pêşeng dibin hedef Çîçek bal kişande ser krîza li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê û diyar kir ku ev krîzek hatiye çêkirine û pergaleke seqet derxistiye holê û wiha pêde çû: “Ji bo desthilatdariya heyî bikaribe xwe li ser piyan bigire û pêşiya guhertinan bigire serî li hemû rêbazan dide. Jin di nava vê tabloyê de nûnertiya hêza guhertinê dikin. Ne tenê li Başûrê Kurdistanê, li her çar parçeyên Kurdistanê jin pêşengiya berxwedanê dikin. Bi taybetî ji Kobanê vir de. Ev jî ne gengaze ku ev parçeyê Kurdistanê jî ji vê berxwedanê bandûr nebe.” ‘Hebûna vê ferasetê kolekirina jinê ye’ Çîçek di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku girtina REPAK’ê nêzikatiyek siyasî ye û axaftinên xwe wiha bi dawî kirin: “Ferasta ku PDK dimeşîne, feraseta mêr, nijatperest, desthilatperest û dewletî ye. Ev ferasetek dijminatiya jinê ye. Hebûna vê ferasetê, asteng kirina jinê û kolekirina wê ye. Ev hêz baş dizane ku têkoşînek demokratîk a bi pêşengiya jinê pêş bikeve, wê desthilatdariya wan hilweşê. Ji bo wê jî yekem hêza dibe hedef jî jinin. Ez dibêjim divê êrîşa li hemberî saziya me jî bi vî şêwey bê dest girtin.” (ms)