'Bekoyê Ewan' ji bo bajarên hilweşyayî hat pêşandan 2016-06-06 09:54:16 ÊLIH (DÎHA) - Şaredariya Êlihê û Şaxa Egîtim Senê ya Êlihê ji bo piştgiriyê bidin bajarên ku ji hêla dewleta tirk ve hatine xirabkirin, lîstika şanoyê hat pêşandin. Bi hevkariya Şaredariya Êlihê û Şaxa Egîtim Senê, ji bo piştgiriya gelên li navçeyên wekî Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Gever û Hezexê lîstika şanoyê dan pêşandan. Lîstika bi navê "Bekoyê Ewan" a ku li Salona Sînemayê ya Yilmaz Guney hat pêşandan de, gelek kesî temaşe kir û rastî eleqeyeke mezin hat. Dê lîstik rojên şemî û yekşemê du hefteyan bê pêşandan û dê hateyên lîstika şanoyê ji bo bajarên ku ji hêla hêzên dewleta tirk ve hatin hilweşandin bê şandin. (ms)