Tuncel: Pêşeroja gelan di bin xetereyê de ye 2016-06-05 14:48:43 STENBOL (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel di mîtînga "Li dijî darbeyê berxwedana demokratîk" de axivî got ku hikûmet li dijî gelê kurd. jinan, karkeran şer vekiriye û ji ber vê yekê jî nikare aştiyê ji Tirkiyeyê re bîne. Tuncel wiha axivî. "Ji bo azdiya gelê kurd, ji bo azadiya Birêz Ocalan peywir û berpirsyariyên dikevin li ser milên hene. Azadiya Birêz Ocalan, pêşeroja gelên Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê jî tenê Ocalan di bin tehdîdê de nîne pêşeroja gelên Tirkiyeyê di bin tehdîdê de ye." Bi hezaran kes ji bo mîtînga "Li dijî darbeyê berxwedana demokratîk" a ku ji aliyê HDP'ê ve li Bakirkoya Stenbolê hat lidarxistin hatin cem hev. Di mîtîngê de berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê hat silavkirin û ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Li hin noqteyan dowîzên "Dest nede wekîlê min" ji aliyê polîsan ve hatin komkirin. Li platformê pankartên "Rêbertî îradeya min e, Kurdistan rûmeta min e, şehîd hinceta berxwedana min e, dest nede îrade û rûmeta min" "Teslimiyet dibe îxanetê, pasîfîzm dê bibe têkçûnê, berxwedan bibe serkeftinê" hatin daliqandin. Stranên bi kurmancî, zazakî, zimanê lazî û tirkî hatin gotin. Hunermenda NÇM'ê Nurcan Degîrmenvî û Koma Munzur derketin ser dikê. Li qadê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên HDP'ê hatin hilgirtin. Dirûşmên "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. 'Em feraseta darker baş nas dikin' Piştî muzîkê Serokê Komîteya Amedekar a M^tîngê Feremez Erkan axivî. Erkan anî ziman ku gelê kurd dê pêşeroja xwe bixwe ava bike û wiha axivî: "Pêşengên gelê kurd hene, rêberên wî hene. Heke em li vir in em ji bo kêfxweşiyê nehatine, bi şer û xirakirinê çareserî nabe. Çareserî mase ye divê mase berdewam bike." Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Aysel Guzel û Dogan Erbaş jî gel silav kirin. Guzel diyar kir ku gelên ku li Amed û Stenbolê îro hatine cem hev hêviyê dide wan, ew feraseta darbekar baş nas dikin, darbe li dijî gelan hatiye kirin. Guzel got ku li hemberî darbeyê dê berxwedan jî xurt be û gotina "em ê bi ser kevin" bi kar anî. Erbaş jî şervanên ku di operasyona azadkirina Reqa û Minbicê silav kir û diyar kir ku heke gel bi vî rengî bên cem hev dê dewlet mecbûr bimîne ku bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne. Piştre Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel axivî. Axaftina Tuncel wiha ye: "Îro em li dijî darbeyê ji bo li dijî darbeyê demokrasiyê biparêzin li vir in. Em ê bi were têkoşîna xwe demokrasiyê bigihînin serkeftinê. Îro 5'ê Hezîranê ye beriya saleke li Amedê bombe teqandin. Em vê bombeyekî li dijî demokrasiyê dibînin. Bi bombeyên ku di 5'ê Hezîranê de avêtin siyaset ve Tirkiye kirin pêvajoyeke nû. Em bînin bîra xwe, li Pirsûsê li Enqereyê bedan hevrêyên me jiyana xwe ji dest dan. Çima? Ji bo ku Tayyîp Erdogan hanedana xwe ava bike, serokatiya xwe ava bike. Ji bo Erdogan bibe serok bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan. Li cihanê kesên ku xwestin bibin dîktator ji mirinan mirovan qet xemgîn nebûn. Lê em ê têkoşîna demokrasiyê bidomînin. En dê demokrasiyê li Tirkiyeyê pêk bînin Dibêjin ku çi bû ji nişkêve çi bû ku şer destpê kir, şer çima berjêrî bajaran bû. Bila kurd li parlamentoyê neyên temsîlkirin, ji bo alîgirên bindestiyê neyên temsîlkirin şer dan destpêkirin. Encamên hilbijartinê tune hesibandin û derbe pêk anîn. Ji hilbijartinên 1'ê mijdarê vir ve derbeyek pêk tê. Em dê di demokrasî û azadiyê de bi israr bin. Hevserokê meyê Giştî ji ber axaftinên xwe di girtîgehê de ye. Rêveberên me Sêvê Demîr û Mehmet Tunç hatin kuştin. Em nizanin Hurşît Kulter li ku ye. Ev kesên ku me jimartin li ku ne, dema ev li holê nebin mirov dikare behsa demokrasiyê bike? Sedema şer desthilatdariya AKP'ê û Erdogan e. Em dê teqes azadiya gelê kurd û demokrasiyê bînin Tirkiyeyê. Em bendavên faşîzmê hilweşînin Em li vir vê bangê dikin, ji bo birînên gelên me bên pêçan em bang li we dikin. Em tenê ji bo Nisêbîn, Gever, Şirnex û Cizîrê dirûşma berz nekin, em bibin alîkar. Divê neyê ji bîrkirin ku rûmeta gelê kurd li ser piyan e. Hikûmeteke ku li hemberî gelê kurd şer dabe destpêkirin, hikûmeteke ku li hemberî jin û karkeran şer dabe destpêkirin dikare aştiyê bîne vî welatî. Ji bo wê divê ev desthilatî biçe. Ji bo wê jî divê em li berxwe bidin. Ji bo azadiya gelê kurd û azadiya Birêz Ocalan hin peywîr dikevin ser milên me. Azadiya Birêz Ocalan, rastiya gelên li Tirkiyeyê ye, pêşeroja gelê Tirkiyeyê di xetereyê de ye." (ms/sa)