Dê HDP li Amedê qedexeyê nas neke 2016-06-04 12:28:11 AMED (DÎHA) - Endamê MYK'a HDP'ê Omer Onen der barê mitînga "Li dijî derbeyê berxwedana demokratîk" agahî da û û aşkera kir ku her çendî qedexe hatibe dayîn jî ew dê mitînê pêk bînin û ev tişt got: "Em dê bi gelê xwe re xwedî li dîrok, vîn, ednîgarî û zimanên xwe derkevin." Onen bang li tevahiya gelê Amedê kir ku bi ruhê berxwedanê beşdarî mitîngê bibin. Rêxistina HDP'ê ya Amedê bi daxuyaniyekî aşkera kiribû ku ew dê li Qada Îstasyonê mitînga "Li dijî derbeyê berxwedana demokratîk" li dar bixin, lê li ser biryara walîtiyê der barê mitîngê de qedexe hat dayîn. HDP'a Amedê bi daxuyaniyekî qedexe şermezar kir. Civîna ku hevserokên HDP'a Amedê Gulşen Ozer û Cabbar Leygara jî beşdar bûn de, Endamê MYK'a HDP'ê Omer Onen axaftin kir. Onen bal kişand ser qedexeyên li hemberî mitîngên li Îzmir, Edene û Amedê û aşkera kir ku ev mitînganan ji hêla walî ve hatine qedexekirin û ev tişt hat gotin: "Dê li hemberî vê yekê gelê me bêdeng nemîne. Em tu qedexeyî nas nakin em dê heta dawiyê bi gelê xwe re li ber xwe bidin." 'Bi ruhê Newrozê li qadê bin' Onen da zanîn ku berî mitîngê, dê Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş piştî li Mêrdînê vegeriya, bi girseyî pêşwazî bikin, her çendî qedexe bê derxisitn jî ew dê bi gel re hevdîtinê pêk bînin û wiha got: "Em dê bi gelê xwe re xwedî li çand, dîrok, erdnîgarî, vîn û zimanê xwe derkevin. Divê gelê me bi ruhê Newrozê di hevdîtina gel de cihê xwe bigire." Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer banga beştariya mitînta 5'ê hezîranê kir û aşkera kir ku dê tu qedexe nikaribe bikeven navbera gel û partiya wan. Hevserokê HDP'a Amdê Cabbar Laygara jî qedexeya walî wekî "eybeke mezin" nirxand û destnîşan kir ku dê tu hêz hevdîtina wane bi gel re asteng neke û xwest gelê Amedê xwedî li mitînga xwe derkeve. Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku ew qedexeya walî nas nekin û di navbera saetên 17.00 û 19.00'an de li ber avahiya HDP'a Amedê mitîngê pêk bînin. (ms)