Bi hunera xwe ve dibe mînak 2016-06-04 09:07:54 ÊLIH (DÎHA) - Bedîa Akinci ya li Êlihê dijî bi hunera folyo ya ku di dema lîseyê de hîn bûye niha bi aweyeke rêk û pêk îcra dike. Akinci ya ji aliyê derûdorê ve tê teqdîrkirin diyar kir ku çanda kurdan, berxwedan û şîdeta li dijî jiyan dineqişîne. Jina bi navê Bedîa Akinci ya ku li Êlihê dijî dema li Semsûrê xwendekar bû di lîseyê de hunera folyo hîn bûye û niha vê hunera xwe îcra dike. Akînci ya ku dayika 4 zarokan e û hunera ku çêdike eleqeyeke mezin dibîne ji ber karên xwe yên rojane rojê 4 tabloyan çêdike. Akinci ya ku bi hunera xwe ve alîkariya debara malbatê dike diyar kir ku dixwaze hunera xwe pêş ve bibe û wiha got: "Ev pîşeyekî zehmet e û gelek merhaleyên hînbûna vî pîşeyê heye." 'Divê jin hilberînên xwe ber bi çav bikin' Akinci xwest ku jin hilberînên xwe nîşan bidin û wiha berdewam kir: "Heke eleqeya we ji bo pîşeyekî hebe hûn dikarin li malê jî îcra bikin. Ez dayika 4 zarokan im. Dİ demên xwe yên vala de vî karî dikim. Em weke jin li ber kesekî negerin. Bi taybetî jî li Kurdistanê pirsgirêka betaliyê ya jinan zêde ye. divê jin li her qadên jiyanê tiştên ku diafirînin nîşan bidin, ber bi çav bikin. Tiştên ku jin neke tuneye. Bes bila bi xwe bawer bin." Akinci derbarê motîfên ku li ser aluminyumê çêdike de agahî da û diyar kir ku şevbuhorkan, fermandarê kurd selahattîn Eyyubî, çand û hunera kurdan li ser motîfên xwe dineqiyîne. Akinci bilêv kir ku weke ressam Pablo Picassoyê wêneyên sade çêdike û di rewşa şerê li Kurdistanê de dê wêneyên şîdetê jî çêbike. Akinci got ku kes naxwaze wêneyên şîdeta li hemberî jinan çêbike lê ji bo ku hemû kes bibîne şîdetê jî dê bi resman ve vebêje. (sa)