Ji KJA'yê ji bo mîtînga 5'ê Hezîranê bangawazî 2016-06-01 12:34:24 AMED (DÎHA) - KJA'yê ji bo beşdarbûna mîtînga ku dê 5'ê Hezîranê de li Amedê bê lidarxistin û li bendê ye bi sedhezaran kes beşdar bibe ya "Li dijî darbeyê berxwedana demokratî" bangawazî kir bi taybetî xwest jin qadê tijî bikin. Kongreya Jinên Azad (KJA) ji bo mîtînga 5'ê Hezîranê ya Amedê ku dê salvegera mîtînga 5'ê Hezîranê ya qatlîam pêk hat bi şîara "Li dijî darbeyê berxwedana demokratîk" li Salona Konferansê ya Avahiya DBP'ê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Endamên KJA'yê, parlamenterên jin ên HDP'ê yên Amedê, hevşaredarên jin ên navçeyê û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Serkwekîla Koma HDP'ê ÇAglar Demîrel axivî û diyar kir ku di hilbijartinan de yekem car e li meclîsê koma jinan hatiye avakirin. 'Di 5'ê Hezîranê de qatlîam hatibû plankirin' Demîrel anî ziman ku êrîşa bombeyî ya li hemberî mîtînga HDP'ê ya Amedê berê hatibû plankirin û bi bombeya li qadê hate teqandin ve kuştina bi sedan kesan hate xwestin lê gelê Amedê bi bihistiyariyekî mezin pêşiya vê yekê girtin. Demîrel diyar kir ku gelê Amedê xwedî li îradeya xwe derket û çû sandoqan û di 7'ê hezîranê de jî serkeftineke mezin derket holê. Demîrel di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Ji bo me 5'ê hêzîranê dîrokekî gelek girîng e. Em ê vî dîrokî ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Weke eniya jinan KJA'yê jî ji bo 5'ê Hezîranê nirxandinên me û xebatên me yên xweser didome. Em ê weke jin bi awayekî xurt tevlî mîtîngê bibin. Dİ 5'ê hezîranê de dê ji nivîyên kesên beşdarî mîtîngê bibin dê jin bin ji bo vê yekê xebatên me didome. Bi inyadê êrîşa 2015'an em ê li qadê bin û cihê xwe bigirin." Demîrel destnîşan kir ku ew weke jin di hemû qadan de têkoşîna xwe didomînin û di vî pêvajoyê de jî careke din dîrokê binivîsînin, jin dî li qadan li dijî neheqiyan têkoşîna xwe bidomînin. Demîrel bang li hemû jinan û amediyan kir û bi hevre tevlî mîtînga "Ji darbeyê re na" bibin û xwedî li îradeya xwe derkevin. Piştî daxuyaniyê civînê bi çapemeniyê re girtî berdewam kir. (sa)