Sariyildiz: Ev qatliam dê dawiya Erdogan bîne 2016-06-01 09:14:05 ŞIRNEX (DÎHA) - Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz diyar kir ku tasfiyekirina HDP'ê li meclîsê dê bê wateya tasfiyekirina bi milyonan hilbijêran û têkîldarî êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê jî wiha got: "Bi deh hezaran leşker û polîsan ve bi hemû amûrên kuştin û xirakirinê ve êrîşî bajarên kurdan dikin. Erdogan xira dike, dikuje lê nikare nîzamê pêk bîne. Ev jî dê bi xwe re wekî gelek despotan dawiya rejîma Erdogan jî bîne." Parlamenterê yê HDP'ê Şirnexê Faysal Sariyildiz qebûlkirina pêşnûmeya "darbeyê" di meclîsê de bi 376 dengan ve û êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê nirxand. Sariyildiz anî ziman ku darbeya ku li meclîsê bi binpêkirina qanûna esasî pêk hat desteserkirina dezgehê qanûn çêkirinê ye û totalîterbûna rejîma Erdogan e û wiha got: "Rejîma Erdogan ku gotin di cih de be veguheriyê otorîterbûnekî psîkopat-paranoyak, hemû muxalefeta ku li hemberî xwe tehdîd dibîne ji bo ji holê rake dixwaze rêveberiyê di yek zilamî de navendî bike." 'Li hemberî hêviya aştiyê ya gel darbe pêk tê' Sariyildiz da zanîn ku ev pêvajo berdewama pêvajoya parlamenterên DEP'ê yên wekî Leyla Zana, Ahmet turk û Orhan Dogan siyasetmedarên kurd ji meclîsê avêtin e. Sariyildiz got ku di rewşa şer a di salên 90'an ya kuştinên kiyarnediyar, gundên hatine valakirin, qatlîam û pevçûnên ku qewimîn şopên wan hê jî di hefizeyan de ne û wiha axivî: "Îro careke din li Meclîsê li dijî îradeya gel û nûneran na di heman demê de li dijî hêviyên aştiyê ya gel û siyaseta demokratîk darbe pêk tê." 'Hedef daxwaza aştiyê ya kurdan bi xwînê çewisandin e' Sariylidiz bilêv kir ku HDP li meclîsê temsîla gelên cuda, baweriyên cuda, jin, zarok, ciwan, estengdar, rêxistinên ked û hawirdorê ye bi tasfiyekirina HPD'ê re ev tê wateya tasfiyekirina bi milyonan hilbijêran. Sariyildiz anî ziman ku bi darbeya navborî re "sîstema serokatiyê ya terzê tirkan" "yek zilam" a Erdogan dê teşe bigire, cudatiya hêzan ji holê tê rakirin, gaveke ku dawaza aştiyê ya kurdan bi xwînê diçewisîne konsepta şer temam dike ye û tercîheke siyasî ye. Sariyildiz da zanîn ku îro li hemberî rejîma Erdogan a yek zilam tekane asteng hevparên HDP'ê ye, muxalefeta ku dixwazi pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin e. 'Hemû muxalefet hedef e' Sariyildiz destnîşan kir ku yên dibêjin "navnîşana çareseriyê meclîs e" îro li dijî zarokên kurdan qatlîamên herî nemerd pêk tînin û dixwazin wan di siyasetê de tasfiye bikin. Sariyildiz bilêv kir ku hemû parazvanên mafên mirovan, akademîsyen, rojnamger, xwendekar ên ku muxalefe bûne hedef û ji pêkûtiyan nesibê xwe werdigirin. Sariyildiz derbirî ku qatlîamên herî qirêj ê dîroka mirovahiyê bûye şahid bi fermana îxtidarê ve li dijî gelên Kurdistanê pêk tê û wiha berdewam kir: "Çi heyf e ku burokrasî. amîrên mulkî, daraz, hêzên dewletê yên bûne mangayên kuştinê parçeyekî dildar ên konsepta hovîtiyê û pêk tînin. Walî, rasterast fermanên qesrê bi cih tînin, hin qaymeqamên ku bûna hemayên şerê taybet bi hesabênn ku vekirine hemû konsepta qatlîamker diparêzin, xwedîlê derdikevin, dozger ji bo cenazeyên zarokên me yên ku bi xurdikên avahiyên hatine xirakirin ve davêjin re dibê aydî sewalan in." 'Talan û xirakirin dê dawiya rejîma Erdogan bîne' Sariyildiz diyar kir ku ji ber ku gelê kurd ê hemû nirxên mirovahiyê li Rojhilata Navîn diparêze li dijî zilmê serê xwe natewîne ji ber vê yekê jî şer ji aliyê hêzên dewletê ve tê diwarkirin. Sariyildiz herî dawî wiha axivî: "Bi deh hezaran leşker û polîs, bi hezaran tank û top û bi hemû amûrên xirakirinê ve rejîma Erdogan êrîşî bajarên kurdan dike xira dike, dikuje lê nikare nîzamê pêk bîne, înşa bike. Ev jî wekî aqûbeta hamî despotan dê dawiya rejîma Erdogan bîne." (sa)