Îsyana jinê ya bi stranan: Orkestraya Jinê ya Stenbolê 2016-06-01 09:12:42 STENBOL (DÎHA) – Orkestraya Jinê ya Stenbolê ku jinan ava kirine bi gelek zimanan stranên xwe distrê û stranên xwe li dijî "yên ku ji jinan re dibêjin bêdeng be" stranên xwe dibêjin. Jinên endamê orkestrayê dibêjin ku em îsyana jin û stranan e hemû jinan vedixwînin konseda di 2'yê Hezîranê de dê li Kartalê bidin. Ew 10 jinên ku bi stranên xwe ve li dijî sîstema zilam îsyan dikin in. Hin ji wan muzîkjen, hin mamoste, hin xwendekar, hin rojnameger in lê tişta ku ew anîne cem hev jinbûn û muzîk e. 10 jinên ku destpêka salê hatin cem hev û bi zimanên tirkî, kurdî, laz, ermen, yewnanî stranan distrên Orkestraya Jinê ya Stenbolê ava kirin û di jiyana muzîkê nû ye lê tecrubeyê xwe ji têkoşînan jinan û ji çanda Anatolya û Mezopotamyayê digirin. Ligel ku orkestra nû ye jî strana wan a herî bi nav û deng "bila bê bav, mêr, dewlet, bila bê cop, bi inad isyan bi inad isyan bi înad azadî" îlham girtine ya "Strana jinê" ye. Jinên endamên orkestrayê armanca xwe jî wiha tînin ziman: "Li dijî kesên ku ji jinan re dibêjin bêdeng bin stranên xwe gotin e." Endama orkestrayê Ela Karataş diyar kir ku beriya 6 mehan hatine cem hev û wiha axivî: "Weke jinên muzîkjen em fikirin ku dengên xwe derxînin. Şîdet û tacîza li dijî jinan naxwazin normal bibînin û red dikin. Ji ber vê yekê jî ji bo ku di mejiyê jinan re hêzeke biafirîne me ji bo xebateke bi vê rengî xwest gav bavêjin." 'Em li dijî kesên ku ji jinan re dibêjin bêdeng be stran dibêjin' Sosîlsa orkestrayê Necla Demîrlî jî der barê hate cem hev de wiha got: "Piştî ku hemû kesan ji hevalên derû dora xwe re vegot ev hatin cem hev. Piraniya me hevdu nas nedikir. Şîdeta zêde bû bi aweyeke xwezayî em anîn cem hev. Me got divê em bên cem hev. Li dijî kesên ku ji jinan re dibêjin bêdeng be em dixwazin stran bibêjin. Me wisa got." Demîrlî anî ziman ku qasî ku jin li kolanan bin divê li ser dikê bin jî. Ji endamên orkestrayê Esra Lora Yilmaz jî diyar kir ku ligel hemû astengiyan ew ê bi her zimanê muzîka xwe pêk bînin. 'Orkestraye me isyana jinê û stranên wan e' Menajerê orkestrayê Derya Uzum jî da zanîn ku hê jî kêmasiyên orkestraya wan heye dê bi jinên ku tevlî orkestrayê bibin ve ev kêmasî ji holê bên rakirin û wiha axivî: "Wateya muzîka ku em dikin heye. Tenê muzîkê nakin. Muzîk siwana me ye. Jin jî derî û percere ne, em bi dengê xwe dixwazin vî malê xira bikin û dengê xwe bigihînin hin cihan. Dİ muzîkê de gelek zilam hene. Ji ber vê yekê jî em hene û xurt bibin û em ê bên. Orkestraya me isyana jinê û staranên wê ne." Li benda piştevaniya kargerên jin in Uzum got ku pêdiviyên orkestrayê ji butçeya xwe bi cih tîin û lêgerînên wan ên sponsoriyê heye û wiha berdewam kir: "Bi taybetî jî li benda alîkariya kargerên jin in. Di 2'ê hezîranê de em ê konserê bidin ev ji bo me gelek girîng e. Dahat wê derê em ê ji bo pêdiviyên xwe xerc bikin." Uzum bang li hemû jinan kir û xwest tevlî orkestrayê bibin û wiha got: "Werin em muzîka xwe bikin. Heke bihevre li ciheke hilneyên em ê biherikin." Uzun anî ziman ku di 2'ê hezîranê de li Beyrit Performans a Kartalê saet di 20b30'an de konsera wan heye û hemû jinan vedixwînin. (sa)