Zarok anîn, Musolînî, Hîtler û AKP 2016-06-01 09:11:33 ENQERE (DÎHA) - Piştî duyemîn qatlîama Roboskê Serokomar Tayyîp Erdogan, wekî piştî qatlîama Roboskê ya yekemîn "jin û zayokî" anî rojevê û ev gotinên Erdogan gotinên Musolînî yên "gelên ku derguşên wan vala dimîne nikarin împaratoriyê ava bikin" û yên Hîtler "Her dayik divê herî kêm 4 zarokan bîne" anî hişê mirovan. Jinan ev gotin wekî "ji bo bangawaziyên nijadperest rê vekirin" nirxandin. Serokomar Tayyîp Erdogan di Civata Giştî ya TURGEV'ê de gotinên "plansaziya nifûsê ye, kontrola zarokanînê ye, malbatên misilman di feraseteke wisa de divê nebin" bi kar anî. Erdogan berê jî gotibû divê kurtaj bê qedexekirin heta di dema qatlîama Roboskê de gotina "Her kurtaj Qilabanek e" bi kar anîbû. Ev gotinên Erdogan ên kû îslamê wekî referans digire û di heman demê de mudaxaleyî jiyana jinan dike fika dê di demên pêş de jî ev zêde be bi xwe re tîne. Rêxistinên jinan li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku ew ê biryara xwe bixwe bidin. Nîşaneyên xeyalên împaratoriyê! Endama Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan a Enqereyê Sevînç Koçak têkîldarî mijarê wiha got: "Nîqaşên şerîet û laîkbûnê ji bo sîstemê tiştekê xwe pê xilas dike ye. Bi tirsa laîkbûn ji dest diçe pirsyankirina sîstemê tê paşguhkirin." Koçak gotinên Erdogan bi mînakên dîrokê ve nirxand û diyar kir ku feraseta ku Erdogan li pey diçe û dişopîne yên Musolînî "Gelên ku dergûşên wan vala dimîne nikarin împaratoriyê ava bikin" û yên Hîtler "Her dayik herî kêm divê 4 zarokan binê" ye. Koçak bi bîr xist ku li Almanyaya Hîtler kurtaj û kontrola zayînê hatibû qedexekirin û AKP jî bi gotina "tu misilman vî qebûl nake, kesek nikare mudaxaleyê karê xwedê bike" hewl dide qedexe bike û li ser vê jî nasnameya etnîkî û ol derdixin pêş. Roboskêya duyemîn û nîqaşên duyemîn ên der barê jinan de Koçak got ku Erdogan piştî qatlîama Roboskê gotina "Her kurtajek Qilabanek e" bi kar anîbû û îro jî piştî qatlîama duyemîn a Roboskê bi heman awayî li hemberî bedena jinan gotinên ku dibişin anîna rojevê tesaduf nîne. Kurd tên qetilkirin, banga zarokanînê tê kirin Koçak got ku piştî ku kurd tên qetilkirin bangawaziyên zarokanîne ji gotinên nijadperest re rê vedike û sedemeke din jî ji bo guhertina rojevê ye. Endama Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin Ayşen Kavas jî anî ziman ku bi nîqaşên laîkbûnê ve dê jin bi şîdet û cînayetê re rû bi rû bên hiştin. Kavas bi gotina "dayikbûn tercîh e û divê jin biryarê bide" ve li hemberî feraseta "zarokanîn û dayîkbûn peywira jinê ye" derket û wiha got: "Dema ku Erdogan der barê jiyana jinan de biryarê dide, jin tên kuştin, hem jî li ber çavên zarokan." 'Zarokên tên dinê tên kuştin, tên îstismarkirin' Kavas diyar kir ku di dema AKP a ku dibêje "zêdetir zarokan bînin" de 241 zarok hatin qetilkirin û bi vê re îstîsmara li dijî zarokan jî zêdetir bû. Kavas wiha got: "Hêj mehên borî di Weqfa Ensarê de zilma tecawizî ya li dijî zarokan derket holê. Zarok rastî taciz û tecawizê tên, zarok di şer de dimirin. Îxtira ku Qewfa Ensarê pak nîşan da bi careke tiştek nabe ji bo zarokan jibilî zilmê tiştekî waed nake." Endama kolektîfa Femînîst a Enqereyê Tugba Ozcan jî anî ziman ku AKP bi polîtîkayên xwe yên kiriye dewreyê ve hewl dide zayenbûna jinan kontrol bike. Ozcan bilêv kir ku AKP bi polîtîkayên xwe yên dijminê jinan ve mafên jinan ên hatine bidestxistin xesp dike, dadixin nasnameya dayikbûnê û ji bo jinan qada hebûnê tenê malê navnîşan nîşan didin. Ozcan li hemberî bangawaziyên "zarokan bînin" û şîdeta li hemberî zarokan nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Şîdeta li hemberî zarokan nayê (bi awayeke fîlî ji aliyê leşker û polîsan ve) astengkirin, berovajî vê polîtîkayên şîdetê bi gotinên Erdogan ên 'jin be jî zerok be jî dê ya pêwîst bê kirin' di vî xetê de berdewam dike. (sa)