Jinên Geverê: Em serî natewînin 2016-06-01 09:10:55 COLEMÊRG (DÎHA) -Li navçeya Geverê ku bi hezaran mal hatin şewitandin û talankirin, jinên ku bi darê zorê ji navçeyê hatin koçberkirin li hember tabloya giran dilorînin. Jinan bi gotinên “Xwezî mirovên me jiyana xwe ji dest nedaban û malên me bihata şewitandin. Lê em ê li hember vê zilmê serî netewînin.” bertek nîşanî wehşetê dan. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ku piştî 79 rojan dorpêç tenê nav rojê rabû û di vê demê de bi hezarn mal hatin sotin, jinên vedigerin axa xwe li hember tabloya giran hem hêsir dibarînin hem jî ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan dilorînin. Jinên beriya “qedexê” bi dara zorê hatin koçberkirin bertek nîşanî wehşetê dan û diyar kirin ku ew ê serî netewînin. ‘Eşyayên me hemû dizîne’ Welatiya bi navê Zubetda Evren ê mala wê ya li taxa Kişlayê bi bombebaranê hatiye sotin got ku tu tiştên wan li holê nemane. Evren destnîşan kir ku hemû amûrên wan ên malê hatine dizîn û got ku ew ê li hember vê rewşê li ber xwe bidin. ‘Li hember zilmê serî natewînin’ Jina bi navê Hatem Kaya jî da zanîn ku ew beriya “qedexeyê” bi darê zorê neçar maye koç bike û bi bîr xist ku nehiştine ew ligel xwe tu tiştî bibe. Kaya ragihand ku heman tablo ji bo mala wê jî derbastar e kesên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr xist. Kaya bi gotinên “Bila canê mirovan sax be. Xwezî mirovên me jiyana xwe ji dest nedaban û malên me bihatana sotin. Lê em ê li hember vê zilmê serî netewînin.” Ramanên xwe anî ziman. ‘Ji bo me jiyana xwe ji dest dan’ Jina bi navê Zubeyda Mela ya piştî qedexe hat rakirin hat mala xwe ya li taxa Cumhuriyetê jî kilîla deriye xwe nîşan da û wiha axivî: “Bi qedexê bi zorê me ji mal derxistn. Hêj dema çaya me di çaynîkê de ye.” Mela ya bi hevjînê xwe li ber mala xwe bi çaya demkirî mêvanên xwe pêşwazî dikir wiha berdewam kir: “Em 13 kes li malê diman. Keça min nû destgirtî bû. Çeyizên ji bo keça min hatibûn standin hemû hatine dizîn. Her wiha gelek zêrên me jî birine.” Mela di dawiya axaftina xwe de jî diyar kir ku endamên YPS’ê ji bo wan jiyana xwe ji dest dane û banga aştiyê kir. Gulsuma Keleş a li hember tabloya giran hêsirên xwe anîn xwarê jî bertek nîşanî rewşê da û demek ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane lorand. (kom/gka)