Ji Dewleta Îsveçê berteka ji bo MGK'ê: Hûn nikarin tevli karên me bin 2016-05-30 09:18:14 HAYRÎ DEMÎR ENQERE (DÎHA) - Şaredarê berpirsyarê demokrasî û konûtan a şaredariya Stocholmê Ann-Margarethe Lîvh, bertek nîşanî daxuyaniya MGK'ê ya ku gotibû "Destûr dayîna vekirina berdevkên PYD'ê ya li Prag, Stockholm, Berlîn û Parîsê ne li gorî rêgezên dostaniya me ne" dan û aşkera kir ku mafên Tirkiyeyê tune ye xwe tevli karên Îsveçê bike. Lîvh da zanîn ku li Îsveçê kê ji bo xwe kîjan berdevkê veke, ew wan eleqeder dike û ev helwesta Tirkiyeyê wekî dijberiya demokrasiyê şîrove kir. Berî çend rojan li Qesrê civîna Lijneya Ewlehiya Mîllî hatibû li darxistin û hatibû gotin "Destûr dayîna vekirina berdevkên PYD'ê yên li Prag, Stockholm, Berlîn û Parîsê, ne li gorî rêgezên dostanî û mutefîqiya wan e", li ser vê bertekên gelek aliyan li hemberî dewleta tirk hatibûn. Berteka herî bi wate ji hêla Şaredarê Stocholmê ya ku berdevka PYD'ê lê hatibû vekirin hat. Şaredarê berpirsyarê demokrasî û konûtan a Şaredariya Stocholmê Ann-Margarethe Lîvh, helwesta dewleta tirk wekî nêzikatiya li hemberî demokrasiyê nirxand û aşkera kir ku Tirkiyeyê bi vê helwesta xwe nîşan daye ku dewleteke antî-demokratîk e û aşkera kir ku tu rayeyeke Tirkiyeyê ya ku xwe tevli karên Îsveçê bike tune ye. Lîvh di heman demê de di hilbijartinên Partiya Çep de jî cih giritye, demek berê ji bo şaredarên DBP'ê yên ku di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hatibûn girtin, ji bo serbestberdana wan bi piştgiriya rêveberên herêmî yên Îsveçê, 227 îmze komkiribû û ev îmze radestî Wezîrê Karê Hundur ê Tirkiyeyê kiribû. Berî ku Livh bê Tirkiyeyê, rojek berê wê, Serokomarê tirk Erdogan di civîna MGK'ê ya Qesrê de ev daxuyanî dabû. Lîvh di vê serdanê de pirsên DÎHA'yê bersivand. Lîvh destpêkê li ser nirxandinên MGK'ê rawestiya û aşkera kir ku Îsveç welat û dewleteke desthilatdar e û aşkera kir ku welatikî cuda nikare tevli karê Îsveçê bibe. 'Kê çi veke ew biryara Îsveçê ye' Lîvh da zanîn ku ew vê helwesta Tirkiyeyê gelekî xerîb dibîne û wiha pêde çû: "Îsveç dê kesên girêdayên xew re dê bi çi şeklî û bi kîjan saziyê re çi veke ew biryara Îsveçê ye. Ev helwesta Tirkiyeyê jî dide xuyakirin ku ew li dijî demokrasiyê ne. Ev ji hêla me ve nayê qebûlkirin. Bêguman ev daxuyaniya Tirkiyeyê wan hêj zêdetir dixe rewşeke xirab." Lîvh tiştên herî dawî li Tirkiyeyê diqewime û bêdengiya Ewropayê ya li bemberî vê yekê jî rexne kir û ev wekî "rewşeke" şîrove kir. 'Dê desthilatdariya Erdogan heta hetayê dewam neke' Lîvh bi bîrxist ku operasyonên li hemberî hilbijêrên heremî dê siyasetê li derve bihêle û aşkera kir ku dê desthilatdariya Erdogan heta hetayê berdewam neke û wiha got: "Dê di dawiya dawî de bikeve, lê dê bi xwe re gelek tiştan jî texrîb bike." 'Bêdengiya Ewropayê rûreşî ye' Lîvh bêdengiya welatên Ewropayê ya li hemberî tiştên li Tirkyeyê diqewimin jî bi tundî şermezar kir û ev jî bi krîza penaberan ve girêda û wiha axivî: "Ji ber krîza penaberan hemû Ewropayê bûye dîlê Erdogan, an jî ji hêla Erdogan ve dîl hatine girtin. Ji ber ku em dizanin ew hemû dîl hatine girtin, em ji bi rêbazên cuda, yanî bi kampanyaya îmzeyan daxwaza piştgiriyê dikin." Nertekên li dijî Tirkiyeyê zêde ne Lîvh destnîşan kir ku ji ber berjewendiyan dê demekî jî hikûmetên Ewropayê çavên xwe ji polîtîkayên îmhayê yên Tirkiyeyê re bigirin û wiha pêde çû: "Ji ber krîza penaberan dê demekî ji hêla Erdogan ve dîl bên giritn. Lê ji derveyî vê hêdî hêdî ji sazî û rêxistinên cuda deng jî xwe didin der." 'Tirkiye salên 1970'ê yên Amerikaya Latîn e' Lîvh Tirkiyeya îroyîn şiband salên 1970'ê yên Amerîkaya Latinî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dîktarorên li wir jî heman tiştî pêk tînin, dixwezin her tiştî asteng bikin û bandorê li ser welatên cîran bikin. Van dîktaroran di salên 70'yî de polîtîkayên wekî Tirkiyeyê xistin meryetê. Dixwestin piştgiriya di navbera gel û welatan de asteng bikin. Lê di vê yekê de bi ser neketin. Divê Tirkiye vê yekê mînak bigire." 'Em PYD'ê wekî 'rêxistina terorê' nabînin' Lîvh nêzikatiya Tirkiyeyê ya li hemberî PYD'ê jî rexne kir û wiha pêde çû: "Em wekî Tirkiyeyê wana 'rêxistina terorê' nabînin. Têkiliyên me bi her awayî bi wan re heye û ev dê berdewam bikin." Lîvh herî dawî kampanyaya ji bo hilbijêrên DBP'ê ya li Îsveçê hatiye destpêkirin jî bi bîr xist û diyar kir ku ji bo li welatên Ewropayê belav bibe ew dê xebatên xwe berdewam bikin. (ms)