Di deryayê de qiyamet: 700 penaberî jiyana xwe ji dest da 2016-05-29 16:54:12 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), diyar kir ku ji ber keştiyên noqî avê bûn, ew gumana di buyerê de 700 penaberan jiyana xwe ji dest dane dikin. Penaberên ku deryayên navneteweyî ji bo wan bûne riyên qiyametê, di nava çend mehên dawî de bi 10 hezaran penaberan jiyana xwe ji dest da. Herî dawî rojên çarşem, pêncşem û îne penaberên ku li Libyayê derbasî Îtalyayê dibûn, keştiya wan binav bû. Berdevkê UNHCR'ê Carlotta Samî, aşkera kir ku keleka ku roja çarşemê bin av bû de 100 penaber winda ne. Hefteya borî keleka ku bin av bû, dîmenên wê yên di dema bin avbûnê hatibûn weşandin. Samî, destnîşan kir ku roja çarşemê li lîmana Sabrathayê ya Libyayê keleka bi rê ket û roja pêncşemê di saetên sibehê de bin av bûye, di vê kelekê de 550 penaber winda ne. Berdevkê UNHCR'yê da zanîn keleka ku roja înê bin av bûye 135 kes hatine rizgarkirin, di buyerê de cenazeyê 45 kesî ji avê hatiye derxistin, hejmara komeke penameran jî winda ne. Penaberên ku hatin rizgarkirin, birin lîmana Taranto û Pozzalloyê. Rayedarên Îtalya û Yekitiya Ewropayê diyar kiribûn ku wan roja şemiyê qasî 600 penaberî ji mirinê rizgar kirine, bi rizgarkirina van penaberan re di nava hefteyekî de hejmara penaberên ku hatine rizgarkirin, derketiye 13 hezarî. Piştî di navbera Tirkye û YE'yê de peymana penaberan ket dewreyê, Libya bi riyên qaçaxî penaberên ku dixwazin wan dişîne Ewropayê. (ms)