Endamên BÎKG'ê: Hezex hêviya jiyanê dide mirovan 2016-05-29 09:08:48 ŞIRNEX (DÎHA) - Endamên BÎKG'ê yên piştî êrîşên komkujiya li Hezexe bi boneya piştevaniyê hatin Hezexê, diyar kirin ku gelê Hezexê li gel êşên mezin dîsa heviya jiyanê didin mirovan. Endamên BÎKG'ê bang li hemû welatiyan kirin ku bi gelê Hezexê re têkevin nava piştevaniyê. Li navçeya Hezexê ya Şirnexê pixtî êrîşên komkujiyê yên hêzên dewletê ya 44 rojan, qedexeya kolanan hêj bi şevê berdewam dike. Gelê Hezexê li gel hemû êrîşên giran ên komkujiyê dîsa berxwedana xwe berdewam dike û têkoşîna jiyanê didin. Piştgirî â piştevaniya dildarên ji Tirkiyeye tên jî didomin. Herî dawî dildarên Hewldana Jinê ya Ji Bo Aştiyê (BÎKG), ji bo piştevaniya gelê Hezexê hatin Hezexê. Dildarên BÎKG'ê di çarçoveya "Nobeta piştevaniye" de hatin Hezexê û banga piştgirî û piştevaniyê kirin. 'Li hezexê nêzîkatiya keyfî ya dewletê pir pir zêde ye' Endama BÎKG'ê ku di çarçoveya nobet û xebata 10 rojan de hatiye Hezexê Guneş Unsal, diyar kir ku li hemû cihên ku hatine hilweşandin pêdivî bi alîkariya mirovan heye û ji ber Hezex cihekî biçûk e ji ber çavan direve û pêwiste Hezex bê dîtin û her kes piştgiriyê bide. Unsal, anî ziman ku diçin ku terora dewletê di asta herî jor de ye û dewlet pir pir keyfî tev digere. Unsal, da zanîn ku nêzîkatiya dewletê li Hezexê pir pir zêde ye. 'Gelê Hezexê av, ceyran û aramiyê dixwaze' Unsal, da zanîn ku wan anket li vir amade kir û li gorî anketê gelê Hezexê av, ceyran û aramiyê dixwaze. Unsal, da zanîn ku gelê vir dest ji têkoşîna xwe bernedaye û bi xwe birinên xwe derman dikin." 'Divê gelê rova piştgiriyê bidin' Unsal, anî ziman ku gelê Hezexê li gel hemu êrîşên komkujiya siyasî û civakî gelê Hezexê jiyanek nû ava dike û heviya jiyanê dide mirovên derdorê. Unsal, bang li gelê rojava kir û xwest derûnînas, civaknak û rewşenbir û gelê rojava jî piştgiriyê bidin gelê Hezexê û bi gelê Hezexê re di nava piştevaniyê de bin. Unsal, da zanîn ku bi taybetî pêdiviya zarok û jinan bi piştevaniya civakî heye û gelê Hezexê ji gelên din de dibe hêvî û bawerî. Dildara BÎKG'ê Nihal Boyacioglu jî anî ziman ku ji roja hatine heta niha li vir xebata anketê dikin û di çaven mirovan de tê dîtin ku mirov dibêjin xwezî me malên xwe terk nekiribûya. Boyacioglu, ani ziman ku mirovên bajar terk kirine xwe di nava sucdariyekê de hîs dikin û welatiyên Hezexê ji ber êrîşên dijwar êdî di têkiliya bi mirovan re bi fikar nêzîk dibin. 'Li her derdê leşker û polîsên bê kontrol hene' Boyacioglu, da zanîn ku di nava navçeyê de polîs û leşkeran bi zirxên xwe tirsek dane ava kirin û polîs û leşker bê kontral gefan li welatiyan dixwin û bê kontrol tev digerin û wiha got: "Li her derê maşîneyên zixî. Li her derê çek û li her derê polîs û leşker. Leşker û polîs bê kontrol in. Her çend saet ji 21:30'an û şûnde qedexe dest pê bike jî piştî saet 7'ê êvarî û şûnde tundiya polîsan zêde dibe. Ev 'Hêz'a leşker û polîsan mirovan tacîz dike. 'Mirovên malên wan xera bûne pêdiviya wan bi xaniyan heye' Boyacioglu, destnîşan kir ku gelek mirov malên wan ên li Hezexê hatine rûxandin û beri her tiştî pêdiviya van malbatan bi xaniyan û stargehan heye. Gelê Hezexê ji kesên piştgiriyê dide wan ji alîkariya maddî zêdetir alîkariya manevî dixwazin û xwest gelên Rovayê Tirkiyeyê jî piştgiriya manevî bide wan. (mae/