NY: Di şerê 5 salan ê Sûriyê de 283 hezar mirov hatin kuştin 2016-05-27 11:51:35 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Komisyona Mafê Mirovan a Neteweyê Yekbûyî (NY) têkildarî şerê Sûriyê yê 5 salan rapor aşkere kir û di raporê de diyar kir ku di şerê 5 salan ê li Suriyeyê de, 283 hezar kes hatine kuştin. Komîsyona Mafê Mirovan a Neteweyê Yekbûyî (NY) ya li Cenêvreyê, têkildarî şerê 5 salan ê li Sûriyê raporta nû ya çavdêrên mafên mirovan a li ser Suriyeyê bi awayekî nivîskî eşkere kir. Di raportê de hat diyarkirin ku li Suriyeyê di 5 salên dawî de 283 hezar mirovan jiyana xwe ji dest da. Di rapore de hat destnîşan kirin ku ji vana 81 hezar û 436 kes sivîl in, 10 hezar û 40 kes zarok, 9 hezar û 106 kes jin in. Ji kesên hatine kuştin 48 hezar û 568 kes endamên komên terorîstan û muxalefetê, 47 hezar û 95 kes jî kesên ji derve hatine Suriyeyê û tevlî komên terorîst bûne. 101 hezar û 662 kes jî şervanên rejîma Esad in. Her wiha 56 hezar û 609 kes leşkerên rejîmê û yên din jî kesên ku ji bo rejîmê şer dikin in. Hat gotin ku ev dane yên heta dawiya meha adara 2016'an e. (mae)