Belgefîlma 'Sara' rastî eleqeyeke mezin hat 2016-05-26 17:10:38 AMED (DÎHA) - Belgefîlma "Sara" la ku jiyana Sakîne Cansiz vedibêje di 4'emîn Mîhrîcana FîlmAmedê de hate pêşandan û rastî eleqeyeke mezin hat. Mîhrîcana FîlmAmed a Belgefîlman a ku bi slogana "Her der berxwedan, her der sînema" tê lidarxsitin bi fîlmên berxwedanê ve pêşbêrî temaşevanan e. Belgefîlma bi navê "Sara" ya mi Navenda Çandê ya Cîgerxwînê hate pêşandan eleqeyeke mezin dît. Mîhrîcana ku dê heta 29'ê gulanê bidome eleqeyeke mezin dibîne û salonên ku belgefîlm tên pêşandan tijî dibin, Belgefîlma "Sara" ku derhêneriya wê Dersim Zerevan dike jiyana ji pêşengên PKK'ê Sakîne Cansiz a di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin vedibêje. Fîlma ku ji berxwedana zindanê heta têkoşîna wê ya li çiya vedibêje piştî ku bi dawî bû temaşevan hemû rabûn li ser piyan bi dirûşma "Şehîd Namirin" demeke dirêj li çepikan dan. (red/sa)