Hejmara zarokên çop kom dikin zêdetir dibe 2016-05-26 09:38:27 RIHA (DÎHA) - Li Rihayê zarokên bi bedenên xwe yên biçûk ve mecbûr dimînin çop kom bikin, piştî ku zarokên penaber ên Sûriyeyê jî ketan qada kar saetên xwe yên xebatê peşde girtin. Zarokên ku rojê ji bo 10-15 TL 13 saetan dixebitin her roj hejmara wan zêdetir dibe. Li gorî daneyên Wezareta Ewlehiya Civakî û Xebatê li Tirkiyeyê hejmara zarokên dixebitin 133 hezar û 33 kes in. Ji zarokan 59 hezar û 571 zarokên keç, 73 hezar û 432 jî zarokên kur in. Hema li her bajarên Tirkiye û Kurdistanê li ser çopan kaxiz, plastîk, şûşeyên cam kom dikin û hejmara wan her diçe zêdetir dibe. 'Heke çopa tevlihev nekin pere tuneye' Li Rihayê zarokên ku temenê wan 10-12 salî ne li ser konteynirên çopan dixabitin dibêjin ku heke ew çopan tevlihev nekin pere tuneye û bi vî rengî zehmetiyênj iyanê tînin ziman. Zarokên ku serê sibehê li kolanên bajar digerin tiştên di çopan de ji hev vediqetînin û difiroşin. Piştî ku ji Sûriyeyê zarokên penaber hatin li kolanê reqabet jî zêde bû, zarokên Rihayê ji bo ku zêdetir kar bikin seatên xebatên xwe pêşde girtin. Rojê 12-13 saet dixebitin Zarokê bi navê Y.M. ê 13 salî yê ji Heleba Sûriyeyê koç kirine hatine diyar kir ku serê sibehê saet de 06.00'an de radibe û wiha got: "Êvarê saet di 7'an de diçim malê. Pereyê ku bi rojê qezenc dikim diguhere. CArna 10 TL carna jî 15 TL qezenc dikim. Karê ku dikim zehmet e, serê sibehê bi zorê radibim." Zarokê navborî anî ziman ku beriya 2 salan ji ber şer reviyane bi malbata xwe re hatine vê derê, nikare biçe dibistanê û rojê ji bo bikaribe pere qezenc bike rojê 12-13 saetan dixebite. Zarokê bi navê M.E. yê ku li taxa Hayatî Harranî dijî jî wiha got: "Ez serê sibehê çaya xwe vedixwim û derdikevim xurde kom dikim. Bermahiyan kom dikim.Ev karekî zahmet e. Tiştên ku kom dikim difiroşim. Rojê 10-15 TL qezenc dikim." A.A. yê 14 salî jî diyar kir ku ji ber ku bikaribin debara malbatê bikin mecbûr in dixebitin, serê sibehê zû dest bi kar dike û rojê qasî 30 TL qezenc dike û alîkariya debara malbata xwe dike. (sa)