Di 3 mehan de li 16 hezar kedkaran lêpirsîn hate vekirin! 2016-05-25 13:54:40 ENQERE (DÎHA) - KESK'ê rapora 3 mehên dawî ya 2016'an a binpêkirinên mafan aşkera kir. Di rporê de tê gotin ku ji ber ku tevlî greva di 29'ê kanûna 2015'an de bûne li 16 hezar û 475 kedkaran lêpirsîna îdarî, hişyarî, şermezarkirin hatin dayîn û bûyerên sirgunê qewimîn. Di raporê de hate gotin ku ji 23 endamên KESK'ê jî cezaye pêşketina qedemeyê li 16 kesan qutkirina mehane hate dayîn û 50 kes jî ji kar hatin avêtin. Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li avahiya sendîkayê rapora 3 mehên dawî ya 2016'an a binpêkirinên mafan bi civîna çapenemiyê aşkera kir.Rêveberên KESK 3u sendîkayên girêdayî beşdar bûn û Sekretera Têkîliyên Navneteweyî û TÎS'ê û Hiqûqê Fatma Çetîntaş kir. Çetîntaş wiha got: "Di navbera 7'ê sibata 2016'an û 7'ê gulana 2016'an de 16 hezar û 475 li hemberî hevalên meyên ku tevlî greve 29'ê kanûna 2016'an bûne bi tevahî li 16 hezar û 646 hevalên me lêpirsînên îdarî hatine vekirin cezeya hişyarî yan jî şermezarkirinê dane hin hevalên me." Çetîntaş bilêv kir ku di salên dawî de di qada maf û azadiyên sendîkavaniyê de binpêkirinên mafan ji 6 mehan careke parve dikin lê ji ber ku pinbêkirin gelek zêde bûye ev dem daxistine 3 mehan. Ji ber tevlî grevê bûn li 16 hezar 475 kedkaran lêpirsîn hate vekirin' Çetîntaş bal kişand li ser giştînameya serokwezîriye ya di 17'ê sibaka 2016'an de hate weşandin û diyar kir ku tasfiyekirina kedkaran tê armanckirin bi vî giştînameyê re jî wekî nêçira pîhebokan hatiye destpêkirin. Çetîntaş da zanîn ku ji ber ku tevlî greva 29'ê kanûna 2015'an bûne der barê 16 hezar û 475 hevalên wan de lêpirsîn hatiye vekirin. Amed di rêza yekemîn de ye Çetîntaş anî ziman ku bi vî lêpirsînê re rastî lêpirsîna herî mezin a ku careke hatiye vekirin hatine û ev agahî da: "Li amedê der barê 4 hezar û 900, li Îzmîrê 3 hezar, li Mêrdînê 2 hezar û 600, li Wanê 2 hezar, li Êlihê zêdetirî hezar û 200, li Semsûrê 499, li Sêweregê 125, li wêranşarê 121, li Hopayê 40, li Dîlokê 474 lêpirsîn hatine vekirin. Ev reqemên ku gihîşine ber destên me xetereya rewşê nîşan dide." Çetîntaş diyar kir ku dewlet li şûna ku kujerên qatlîama 10'ê Cotmehê bibîne û derxîne holê, li kedkarên ku qatlîamê şermezar dikin lêpirsînê vedike, afîşên wan ên têkîldarî qatlîamê tê komkirin, ji panoyan tên daxistin, lêpirsînên îdarê tên vekirin. Çetîntaş got ku jibilî vê di encama lêpirsînên ku hatine vekirin de jî 23 endamên KESK'ê jî cezaye pêşketina qedemeyê li 16 kesan qutkirina mehane hate dayîn. Çetîntaş bilêv kir ku polîtîkayên AKP'ê ya zayendperest di jîngeha kedê de vedugere pêkûtiyan û Walîtiya Semsûrê Sekretera BES'ê ya SEmsûrê sirgun kiriye û ji ber ku mafên xwe yên sendîkayê bikaranîne jî rastî lêpirsînê hatine. Çetîntaş derbirî ku bikaranîna mafên sendîkavaniyê ji aliyê dewletê ve wekî "tehdîd" tê dîtin û di vî çarçoveyê de 102 hevalên wan rastî lêpirsînê hatine û der barê wan de ceza tên xwestin. 'BÎMER wekî saziya îxbarê tê bikaranîn' Çetîntaş destnîşan kir ku Navenda Ragihandinê ya Serokwezîriyê (BÎMER) wekî saziya îxbarê tê bikaranîn û têkîldarî îxbarên tên kirin jî wiha got: "Wekî ku tê zanîn beriya çend salan polîsên cemeat û AKP'ê e-mailên bênav esas digirtin û lêpirsîn vedikirin bi sedan kes dihatin girtin û dozên bi salan berdewam dikir dihatin vekirin. Îro derdikeve holê ku ev e-mail ji aliyê wan ve hatine şandin. Niha jî îxbarên bênav ên li BÎMER'ê derdixin pêş berî me." Çetîntaş diyar kir ku di nava 3 mehên dawî de 50 hevalên wan ji kar hatine avêtin 20 hevalên wan hatine binçavkirin an jî girtin ev hejmarekî xeter e. Çetîntaş hedî dawî got ku derveyî qanûn û qanûna esasî ewlehiya kar a hevalên wan ji holê tê rakirin û ev wekî pêvajoya tasfiyekirinê bi nav kir. (sa)