Hikûmeta Erdogan hate aşkerakirin 2016-05-24 13:06:55 ENQERE (DÎHA) - Piştî ku Ahmet DAvutoglu ji peywir hate girtin, Serokomar Tayyîp Erdogan wekî Serokwezîr Bînalî Yildirim tayîn kir û hikûmeta nû ya ku li Qesrê hate amadekirin jî da aşkerakirin. Di metna ku Yildirim xwend de Yalçin Akdogan derveyî hikûmet ma û Îsmet Yildiz ji Wezîrê Parastina Neteweyî derbasî Wezareta Perwerdehiya Neteweyî bû. Hikûmeta bi serokwezîrtiya Bînalî Yildirim hate aşkerakirin. Hin nav derveyî kabîneyê man gelek jî di kabîneyê de man. Hin nav cihên wan hate guhertin. Balkêş e Wezîrê Parastina Neteweyî bû Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî. Lîsteya hikûmeta 65'emîn wiha ye: Yildirim Tugrul Turkeş, Veysî Kaynak, Nurettîn Canîklî, Numan Kurtulmuş, Mehmet Şîmşek: Alîkarên Serokwezîr Bekîr Bozdag: Wezîrê Dadê Fatma Betul Sayan Kaya: Wezîra Palîtîkayên Civakî û Malbatê Omer Çelîk: Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Faruk Ozlu: Wezîrê Teknolojî Sanayî û Zanistê Bülent Tüfenkçi: Gümrük Bakanı Suleyman Soylu: Wezîrê Ewleniya Civakî û Xebatê Mehmet Ozhasekî: Wezîrê Bajarvanî û Hewirdorê Mevlut Çavuşoglu: Wezîrê Karên Derve Nîhat Zeybekçî: Wezîrê Aboriyê Beraat Albayrak: Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê Akîf Çagatay Kiliç: Wezîrê Spor û Ciwanî Faruk Çelîk: Wezîrê Sewalkarî û Çandiniyê Efkan Ala: Wezîrê Karên Hundir Nabî Avci: Wezîrê Turîzm û Çandê Nagbî Agbal: Wezîrê Maliyeyê Îsmet Yilmaz: Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Fîkrî Işik: Wezîrê Parastina Neteweyî Veysel Eroglu: Wezîrê Karên Av û Daristanê Recep Akdag: Wezîrê Tenduristiyê Lutfu Elvan: Wezîrê Pêşketinê Ahmet Aslan: Wezîrê Ragihandin, Deryavanî û Gihandinê (sa)