Kanê mermerê gefan li jiyan û xwezayê dixwe 2016-05-24 09:09:20 SEMSÛR (DÎHA) - Kanê mermerê yê ku li mezrika Dolê ya navenda Semsûrê hate vekirin qada jiyanê ya gundiyan teng dike, ava wan qirêj dike û parçeyên zinaran ku têne xwarê gundiyan bi mirinê re rû bi rû dihêle. Gundiyên ku bertek nîşanê kanê dan gotin "Jiyana me û xwezaya me di bin xetereyê de ye." Li mezrika Dolê ya navenda Semsûrê, kanê mermeran a ku li ser girê mezrikê hatiye vekirin, jiyana gundiyan bi her awayî tengav dike. Kanê mermeran dibe sedem ku ava ku gundî vedixwin û her wiha zeviyên xwe av didin qirêj bibe û her wiha zinarên ku ji ber xebatên kanê parçe dibin tên xwarê û zirarê didin bi sedan darên gundiyan. 'Kêm mabû bobelatek were serê me' Gundiyê bi navê Abdullah Sonmez (32) destnîşan kir ku ji bo gundî herêmê vala bikin parçeyên zinaran bi zanebûn berdidin xwarê û wiha axivî: "Li çiyayên gundê kanê mermerê dixebite. Zinarê ku kepçeyê berda xwarê, hate heya nav zeviyên me. Eger ev zinar bi ser gund de bihata dê bobelatek bihata serê me. Kes nehat lêborînê jî nexwest." 'Av nayê vexwarin' Sonmez da zanîn ku li gundan wan gelek darên mêweyan zirarê dîtine û wiha berdewam kir: "Kanên mermerê zirarek mezin didin xwezayê. Ava vexwarinê ya gundiyan niha nayê vexwarin. Du sewalên me ji ber vê avê mirin. Ji ber vê jî gundî ditirsin ku ji vê avê vexwin." 'Jiyana me, xwezaya me di xetereyê de ye' Sonmez anî ziman ku wan derbarê vê mijarê de Walîtiya Semsûrê û Îdareya Taybet a Bajêr agahdar kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ji kanên mermerê acis in. Emê hewl bidin ku wan ji van deran bişînin. Jiyana me, xwezaya me di xetereyê de ye." 'Çavê me li Xwedê û li xwezayê ye' Dayika 7 zarokan Safiye Sonmez (70) jî bi gotinên wek "Çavê me ewil li Xwedê lê pişt re li vê axê ye" balê kişand ser girîngiya xwezayê û got ew debara xwe ji xwezayê dikin. Sonmez banga çareserkirina vî pirsgirêkê kir û got "Ev der qada min a jiyanê ye. Ava me ya vexwarinê jî qirêj bûye û em ditirsin ku jê vexwin. Em neçar dimînin ku biçin ji çem avê bînin." (sy)