Kiliçdaroglu: Ji bo AYM'ê kes îmzeyê bide HDP'ê ez ê wî biqewirînim 2016-05-22 11:50:54 ANTALYA (DÎHA) - Serokê Giştiyê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu ê ku daxuyaniyên wekî "Rakirina destnedanê, rakirina TBMM'yê ye" ji bîra kir û got "Me ji ber hewlesta taktîkî em wisa tevgeriyan. Ne xwe me di serî de sekna xwe ya bi rêgezî berdewam kir û dengê 'Er ê' bi kar anî. Me di tûra duyemîn de jî sekna xwe ya bi rêgezî bedewam kir." Kiliçdaroglu der barê banga HDP'ê ya AYM'ê de jî axivî û diyar kir ku kîjan wekîl piştgiriyê bide HDP'ê ew dê wan ji partiyê biqewirîne. Ketina CHP'ê ya wargehê ya li Herêma Turîzmê ya Belekê, di rojan duyemîn de berdewam kir. Di civîna duh ya Navenda Giştî ya CHP'ê de, rexneyên der barê 'Erêbûna' destnedanan mohra xwe li civînê xistibû, hatibû gotin ku hin wekîl dixwazin sererastkirin divê biçe Dadgeha Makeqanûnê (AYM). 'Serlêdanên tekakesî bikin' Li gorî nûçeya Haberturkê piştî nirxandin û rexneyan, Serokê Giştiyê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu mafê axaftinê girt û aşkera kir ku sererastkirina destnedanê ya birina AYM'ê nafikiri û ev tişt hat gotin: "Ji bo serlêdana HDP'ê îmze dayîn jî qedexe ye. Kesê ji bo serlêdanê îmze bide ez ê wî ji partiyê bavêjin. Lê hevalên meyên ku der barê wan de fezleke hatine amadekirin, dikarin serlêdana xwe ya tekakesî li AYM'ê bikin. Em dê ji bo vê piştgiriya hiqûqî bidin. Heta pêwîst bike em dê bi AYM'ê re sînor nekin. Em dikarin serlêdanên hevalên xwe yên tekakesî heta DMME'yê jî bibin." Bertek zêde dibin Parlamenterê CHP'ê Eren Erdem piştî li wargehê mafê axaftinê girt, diyar kir ku ji ber ku wî dengê "Er ê" bi kar neaniye, ew gelekî kêfxweş e. Erdem aşkera kir ku 21 kesan, 62 hevalên wan teslîmî însiyatîfa AKP'ê kiriye û pêvajo baş nehatiye bi rêvebirin. (ms)