Ji HDP'ê peyama dîrokî: Me çong neşikand bila ev jî ji were bibe xem 2016-05-20 16:07:02 ENQERE (DÎHA) - Hikûmeta AKP-Qesrê bi piştgiriya CHP û MHP'ê li dijî siyaseta demokratîk û HDP'ê pêla tasfiyeyê da destpêkirin. HDP'ê bi peyameke dîrokî bersiv da hêzên derbekar. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Buldan bi peyama Rêberê Serhildana Dersimê Seyîd Riza ya "Me ji were çong neşikand bila ev ji were bibe xem" û wêneya ku li meclisê hatibû kişandin parve kir. Piştî AKP'ê bi piştgiriya CHP û MHP'ê li dijî siyaseta demokratîk "derbe" da destpêkirin, ji HDP'ê peyana nû û dîrokî hat. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Buldan bi peyama Rêberê Serhildana Dersimê Seyîd Riza ya "Me ji were çong neşikand bila ev ji were bibe xem" li ser hesabê xweyî medya civakî parve kir. Buldan, di dema dengdanê de wêneya HDP'iyan a li meclisê bi hevre hatibû kişandin, bi gotinên Seyîd Riza yên wekî "Min ji lîstokên were serederî nekir, bila ev mira bibe ders, min jî li hemberî we çong neşikand bila ev jî ji were bibe xem" li ser hesabê xwe parve kir û peyameke dîrokî da hêzên faşîst. (ms)