Koma HDP'ê civiya 2016-05-20 15:30:56 ENQERE (DÎHA) - Piştî ku pêşnûmeya "darbeyê" ya ku AKP'ê anî rojeve meclîsê bi 376 dengan ve hate qebûkirin HDP ji bo nirxandina yekem bike kom bû. Piştî ku pêşnûmeya "darbeyê" ku AKP'ê anî û bi piştevaniya CHP û MHP'ê ve bi tifaqa dij-kurd hate qebûlkirin. HDP ji bo rewşê binirxîne kom bû. Koma HDP'ê bi serokatiya Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag civiya û dê nirxandinên yekem bikin. Dê polîtîkayeke çawa bê şopandin bê nîqaşkirin. Piştî nirxandinê li bendê ye ku daxuyanî bê dayîn. Sibehê û di dawiya hefteyê de jî hem Meclîsa Partiyê hem jî Lijneya Rêveber a Navendî dê bicivin û li ser polîtîkayên ku bên şopandin dê nîqaş bê kirin. (sa)