Gelê Sêrtê dê li dijî 'derbeyê' demokrasiyê biqîrin 2016-05-20 15:01:43 SÊRT (DÎHA) - Derbeya bi piştgiriya AKP-CHP-MHP'ê li hemberî wekîlên HDP'ê hatiye destpêkirin, dê gelê Sêrtê bi dirûşma "Li dijî derbeyê berxwedana demokratîk" dê li Sêrtê mitîng bê li darxistin. Ji bo beşdarbûnê bang hat kirin. Piştî bi fermana Serokomar Erdogan li hemberî wekîlên HDP'ê pêla derbeyê hat destpêkirin û bi piştgiriya AKP-CHP û MHP'ê hewl tê dayîn bi encam bibe, hêzên demokratîk û partiyên kurd jî dê li dijî pêla derbeyê ii 22 navendan "Li dijî derbeyê berxwedana demokratîk" mitîngan bêk bîne. Starta mitîngan dê di 22'ê gulanê de li Sêrtê bê dayin. Mitînga dê rêveber û hevserokên HDP, DBP, KCD û HDK'ê beşdar bin, banga tevlibûnê hat kirin. Daxuyaniya ku li avahiya HDP'ê ya Sêrê de ji hêla Hevserokê HDP'ê yê Sêrtê Abdullah Çetîn ve hat dayîn de, hat gotin ku li meclisê rojên dîrokî tên jiyîn. Çetîn di dewama axaftina xwe de diyar kir ku 3 partiyên siyasî yên komê wan li meclisê li dijî HDP'ê bûne yek û dixwazin wekîlên bi dengê gel hatine hilbijartin ji derveyî meclisê bihêlin û wiha pêde çû: "Dê partiya me li dijî vê derbeyê li Kurdistanê hevdîtinên bi gel re pêk bîne. Dê hevdîtina yekemîn di 22'yê gulanê saet di 12.00'an de bi beşdariya hevserokên HDP, KCD, HDK û DBP'ê li ber avahiya HDP'a Sêrtê bê li darxistin. Dê Hevserokê meyî Giştî Birêz Selahattîn Demîrtaş, hevserokên me Birêz Leyla Guven, Hatîp Dîcle wê rojê li bajarê me bin. Em bang li tevahiya gelê Botanê û gelê Sêrtê dikin ku di mitînga demokrasiyê de bi hevserokên me re bibin." (ms)