Jin: Em nahêlin kes dest bide vîna me 2016-05-20 13:21:52 STENBOL (DÎHA) - Berdevkên rêxistinên jinan, diyar kirin ku partiya herî zêde li meclisê jinan temsîl dike HDP ye û bertek nîşanî "pêşnûmeya derbeyê" dan. Rêxistinên jinan diyar kir ku ew hêza ku wan ji têkoşînê girtiye dê destûrê nedin kes dest bi de vîna wane siyasî. Hikûmeta AKP'ê ya ku dixwaze bi pêşnûme û guhertinan re destnedana wekîlên HDP'ê rake û wekîlan ji derveyî meclisê bihêle, ji hêla hemû beşên civakê ve tên şermezarkirin. Herî dawî saziyên jinan daxuyaniyek dan û aşkera kirin ku ew dê nehêlin kes dest bi de vîna wan. Hevdîtinên "pêşnûmeya derbeyê" ya ku bi tûra duyemîn li meclisê berdewam dike, bertekên berdevkên saziyên jinan derketin pêş. Berdevka Tevgera Jinên Demokratîk (DKH) Gulden Coşkun, Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Şafak Ozanli, aktîvîsta mafên transan Kivilcim Arat, Akademîsyenên Ji bo Aştiyê Latîfe Akyuz ji DÎHA'yê re axivîn 'Li dijî vîna gel şer hat îlankirin' Berdevka Tevgera Jinên Demokratîk (DKH) Gulden Coşkun, diyar kir ku konsepta şerê li dijî gelê kurd hatiye destpêkirin, lingekî wê jî li meclisê tê meşandin û aşkera kir ku nîqaşên li neclisê der barê wekîlên HDP'ê de li meclisê tên kirin, di rastiya xwe de li dijî vîna gel tê kirin. Coşkun aşkera kir ku AKP'ê di serî de li hemberî vîna jinan û li hemberî vîna tevahiya civakê şer daye destpêkirin û ev tişt got: "Parlamento vîna gel e û em wekî DKH banga me di aliyê vîna gel de ye û xwedî derketina li wekîlan e." 'Em ê bi çalakiyan li hember derkevin' Endama KJA'yê Şafak Ozanli jî diyar kir ku HDP partiyeke jinan e û girtina hevşaredar û hevserokan, ji peywir durxistin û di meclîsê de li dijî parlamenterên jin tehdîd û êrîş di şexsê jinên ku weke îrade diyar kirine li dijî hemû jinan êrîşek e. Ozanli da zanîn ku ew weke KJA li dijî hemû hewldanên îradeya wan tune hesibandinê bi çalakiyan nerazîbûnê nîşan bidin û dê vê yekê qebûl nekin. 'Divê herî zêde jin li hember derkevin' Ji "Akademîsyenên ji bo Aştî" Latîfe Akyuz jî anî ziman ku rakirina destnedayînan tê wateya tunehesibandina îradeya bi milyonan kesan û bi vî rengî di siyasetê de temsîla jinan tê xwestin bê tunekirin. Akyuz da zanîn ku di dîroka welat de yekem car e ku partiyeke ku hejmara parlamenterên jin evqas zêde, girîngiyê dide wekheviya zayendî di meclîsê de wan temsîl dike û wiha axivî: "Di dema ku vv gotinên desthilatdar ên zilam li her derê belav bûye de tê xwestin dewlemendiyeke ji bo jinan bûye hêvî ji holê rakin. Ji ber vê yekê divê herî zêde jin li hemberî vê yekê derkevin." 'Ev berdevkê me hemûyan in' Kivilcim Arat jî derbirî ku parlamenterên HDP'ê berdevkê kurd, elewî, ermen, karker, kedkar, jin û LGBTÎ'yan ên di meclîsê de ne û ev darbeya ku HDP'ê hedef digire darbeya li dijî hemû bindestan e. Arat wiha axivî: "Em weke jinên li kolan, barîkat û qadan şerê hebûnê didin ev senaryo di dema girtina Leyla Zana de jî dît. Wê rojê heta niha tiştên ku qewimîne em piştrast kirine. Wekîlên me îradeya me ne. Em ê bi hêza xwe ye ji têkoşîna jinan girtiye nehêlin dest bidin îdareya me." Arat herî dawî anî ziman ku di têkoşîna demokrasiyê de meclîs ji b wan amûrek e û ew ê li dijî vî şerê ku Qesrê daye destpêkirin li her derê têkoşîna xwe bidomînin. (sa/ms)