Gundê Norkoxê Seraya hevpar ava kirin 2016-05-20 10:07:22 WAN (DÎHA) - Gundê Norkoxê yê Payizavayê ji bo çandiniya hevpar, "Seraya Komîn" ava kirin. Welatiyan di vê serayê de îsot, bacan, xiyar, fireng çandin û bi hevre sûdê ji berhemên wê digirin. Welatiyên Gundê Norkoxê yê navçeya Payizava ji bo karker û welatiyên ji cih û gundê xwe koç bûne dîsa bi çandinî û axê ve girê bidin li gund "Seraya Komîn" ava kirin. Welatiyên gundê Norkoxê Metin Demir û Nadir Akbulut 2 meh berê sera ava kirin û dest bi çandiniya xiyar, fireng, bacan û îsotan kirin. Welatiyên gund piştî berhem û hilberîna serayê kom dikin difiroşin navçeya Payizavayê û hatina wê di nava hev de parve dikin. Sazûmankarê Serayê Metin Demir, diyar kir ku wan bi derfetê xwe ev sera ava kir û wiha got: "Di serayê de malbat û zarokên me dixebitin. Heval û hogirên me yên di rojên vala de tên dixebitin jî hene. Keda her kesî di vir de heye. Kes bi pereyan li vir naxebite. Her kes bi qasî keda xwe para xwe ya berhem ji vir digire." Şaredariya Payizava piştgiriyê dide Demîr, anî ziman ku armanca wan di aliyê aboriyê de gund ji derve qut bikin û gundî karibin xwe bi xwe debera xwe bikin. Demir, ani ziman ku di nava 2 mehan de 3 caran berhem kom kirine û dixwazin di çarçoveya Xweseriya Demoratîk de vê pergalê pêş bixin û wiha got: "Me piştgirî ji derve negirtiye. Me tenê piştgirî ji Şaredariya Payizava girtiye. Hemû berhem organîk e û di demên pêş de em dê bixwe dendik û tavên xwe bi xwe hilberinin. Li vir ax, av roj û hemû derfet heye. Ji hilberîna hevpar re pir guncav e. Sazumankarê Serayê Kadir Akbulut anî ziman ku ciwanên wan koçî rojava dikin, ji bo ciwan û welati koçî rojava nebin û di nava axa xwe de bi xwe hilberîn û afirandinê bikin em dixwazin her kes projeyên bi vi rengî ava bikin. Ev ax têra me hemûyan heye. Em li 6 serayên cuda îsot, bacan, fireng u xiyaran çêdikin. Disalên pêş de em dê li ser 66 doliman gwîz, zebeş, petêx û çilekan biçinin." (mae)