Oymen: Ji aliyê demokrasiyê ve naye qebûlkirin 2016-05-20 09:43:57 STENBOL (DÎHA) - Berdevkê Koma Diyalogê Altan Oymen, destnîşn kir ku îxtîdarê bi daxwaza guhertina zagonê ya der barê "Rakirina Destnedayînê" de dixwaze li meclîsê hin wekilên muxalif bên girtin û hin wekilên muxalif jî pasîf bike da ku karibe hespê xwe bi hêsanî bibezîne. Oymen, da zanin ku ev daxwaz û hewldan di mile demokrasiyê de nayê qebûlkirin. Bi daxwaza îxtidara AKP'ê pêşnûnmaya guhertina zagona ku rê li pêş "rakirina destnedayîne" vedike hat rojeva meclîse. Ev daxwaz li meclisê ji aliyê AKP, CHP û MHP'ê ve hat qebûlkirin. Piştî daxwaza pêşnûmeyê hat qebûlkirin, ji bo guhertina makezagnê li lijneya Meclîsê hat niqaşkirin. Zagona ji bo wekilên HDP'ê derxin derve meclîsê hat rojeva mecLîsê. Daxwaza guhertina zagona ku ji 2 xalan pêk tê di tûra yekemîn de xala yekemîn hat erêkirin. Di tura duyemin de bi 149 dengên na hat redkirin. Îro dê tura duyemîn de dengdayina duyemîn bê kirin. Li dijî guhertina vê zagonê bertke û nerazibun zêde dibin. wekîlê CHP'ê ye berê û Berdevkê Koma Diyalogê Altan Oymen, encama daxwazê ji DÎHA'ye re nirxand. 'Demokratî vê yekê qebûl nake' Oymen, destnîşan kir ku armanca sereke ya hewldana rakirina destnedayinan ewe ku hin wekîlên li dijî xwe bide girtin û hin wekîlên din ên li dijî xwe jî bê tesîr bihêle. Oymen, da zanin ku ev yek ji aliye demokrasiyê ve nayê qebûlkirin. Zêdebûna dengê redê nişan dide fikar zêde ne' Oymen, bilêv kir ku hêjmara dengê redê zêde ne û ev jî nişan dide ku kesên bi fikar zêde ne û wiha got: "Gelek wekîl ji guhertina xala Qanûnê bi fikar in. Ji ber ve yeke dengê na bikar tînin. Oymen, anî zimn ku ew hevî dike hêjmar têr neke. Oymen, bal kişand ser gotina Serokê Giştî ya CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu ya "Em dê bêjin Erê" û wiha got: "Lê di nava partiye de fikarên tekildarî guhertina zagonê hebûn. Gelek wekilan hem di aliye guhertina siyasi û hem jî di aliyê guhertina zagonan de negotin "Ere" Helwesta CHP'ê hurmeta li hemberi Qanûna Essî ye. Di nava partiyê de her kes ji helwest û denge hev re hurmet nişan dide." (mae)