Demîrtaş: Dê dema Erdogan biqede lê HDP bimîne 2016-05-17 14:43:56 ENQERE (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê civîna koma partiya xwe de axivî diyar kir ku ji ber ku HDP'ê bîat nekiriye bi pêşnûmeya destnedayînan ve hatiye hedefgirtin. Demîrtaş di axaftina xwe de beşek girîng li ser Serokomar Erdogan rawestiya û wiha got: "Piştî Erdogan demeke Erdogan tuneye. Mirovekî ku sîstemekî mayînde înşa bike nîne. Dema ku jiyana siyasî ya Erdogan biqede dê dema Erdogan jî biqede lê tenê birînên ku hiştiye dê bimîne." Koncivîna HDP'ê ya îro ji ber ku dê di meclîsê de pêşnûmena rakirina destnedayînan bê dîtin bi beşdariyeke pir mezin pêk hat. Ji bo piştevaniya HDP'ê Serokê Giştî yê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt û ji Tirkiyeyê jî gelek nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî kom civînê bûn. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di komcivînê de xalên girîng anî ziman. Demîrtaş di axaftina xwe de ji ber vî Hefteya Astendaran bikaranîna "Cejna Astengdaran" nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Di hejteya ku divê têkoşîna astengdaran derkeve pêş de me hefteyeke ku dîsa pirsgirêkên astengdaran hatin paşguhkirin derbas kir. Li Tirkiyeyê 9 milyon welatiyên me yên astengdar hene. Bi malbatên wan re nêzî 30 milyon in. Ji ber vê yekê jî em nikarin wekî pirsgirêkekî me eleqedar nake bigirin dest." Teqîna li Amedê Demîrtaş bilêv kir ku di 12'ê gulanê de li gundê Şarikamiş a navçeya Hênê ya Amedê teqînek çêbû jî axivî, navên kesên ku mirin yek bi yek xwend, ji bo xizmên wan sersaxî xwest. 'Erdogan çima mase xira kir?' Demîrtaş têkîldarî destnedayînan jî wiha axivî: "Pêvajoya ku li dijî gel darbe pêş dikeve ye. Di 8'ê Hazîranê de darbeya Qesrê ya ku dest pê kir ev jî parçeyeke wî ye. Hevdîtinên Îmraliyê gelek hatin nîqaşkirin. Li Îmraliyê yan li Dolmabahçeyê daxwazeke çawa hebû ku nexwest vê bi cih bîne û mase hate xirakirin. Gelo ev hate aşkerakirin. Na. Ji bo xirakirina maseyê gelo hincetekî te yî çawa hebû? Yên ku vî pirsê nepirsin dê bersiva rast jî nebînin. Ji ber ku tişta ku jê dihat xwestin parçeyekî welat nebû. Welat ber bi şer birin nebû. Ji bo qanûnekî esasî ya demokratîk çekdanîna PKK'ê bû. Ji Erdogan tiştek^icuda nehat xwestin. Çima mase hate xirakirin, ne îxtidarê ne jî Qesrê heta îro aşkera nekirin. Daxwaza wan bîatkirina rejîma dîktatayê bû. Dema ku fêm kirin dê nikaribin vê pêk bînin mase xira kirin. Birêz Ocalan û PKK li gorî mutabaqatê tevgeriyan. Gotin em amade ne ku çekan daynin. Lê ji ber ku dê nikaribû bibe yek zilam mase hate xirakirin ma ji vî zilamê dê hesab neyê pirsîn? Li Tirkiyeyê rojnamegerekî wêrek pirsa ku we çima mase xira kir gelo dê ji vî zilamî nepirse. HEr roj evqas qala şehîdan tê kirin, rejîma xwe ya dîkta ava dikin gelo kesek vî pirsî ji wan neke? Me kir. Ji bo darbeyê rakin me ev pirs kir. Îro sedema nîqaşkirina destnedayînan ev e. Ji ber ku tekana hêza ku pêvajoya darbeyê da rawestandin em in. Di rojên ku Erdogan xwest Qesrê însa bike em li ser piyan man û me li ber xwe da. Me gt em ji dîktaya yek zilamî re dibêjin na. Ji bo vê yekê me li ber xwe da. Sedema hedefgirtina HDP'ê jî ev e." DEmîrtaş di berdewama axaftina xwe de dîsa bal kişand li ser nêzîkatiyên Erdogan û wiha got:" Kesê ku dixwaze destnedayînan rake xwedî dozeke bîrdozî nîne. Pisporiya wî rant bi destxistin û belavkirina rantê ye. Bi v^irengî î li dora xwe komeke şelaf ava kiriye, siyasetmedarekî qesabayê yê bi vî rengî ye." 'Yên destnedayina me niqaş dikin dê sibê halê xwe bibînin' Demîrtaş, destnişan kir ku Erdogan dixwaze sedsala pêş xwe bi serê xwe bi rêve bibe û wiha got: "Ev mirov dixwaze di vê sedsalê de bibe mirovê bi tenê. 14 salin heta niha gotinek aydî wî tune ye. Dema AKP hat avakirin ji aliyê aqilê hevpar ve hat rêvebirin. Lê 14 salin li ser navê AKP'ê tiştek jî tune ye. Tu fikr û projeyên aydî wan tune ye. Ji ber vê yekê potensiyela wan a rejîmekê ava bikin tune ye. Em behsa serdema Erdogan dikin. Piştî Erdogan serdema wî bi dawî dibe. Pergalek mayînde ava nekiriye. Dê bêjin 'Erdogan di dîrokê de serokê herî despot bû. Ev derdoren wî yên şeq şeq, dê halê xwe bibînin. Kesên îro destnedayina me erê bikin dê sibê halê xwe bibînin." 'Rojek bê dê bi tenê bimînin' Demirtaş, polîtîkayên Erdogan ên li hemberî AKP'ê jî rexne kir û da zanîn ku rojek bê dê ji ber van polîtîkayên xwe bi tenê bimîne û wiha got: "Serokwezîrê qulipî yê bê cube Ahmet xoçe heye ya, ew jî tehamul nekirin. Serokwezîrê ji bo wan ê herî heqîqî bû. Ew jî xaîn îlan kirin. Me tu carî li hilbijêrên xwe îxanet nekir. Me her dem hewl da ku laîkî hilbijêrên xwe bin û wekî wan wêrek bin. Ger ku ji ber vê yekê destnedayina me rakin em pê serbilind in. Em di şexsê gelê xwe de vê vînê diparezin. Em ne meftunê koltûkê ne. Em ji bo koltukê heval û hilbijêrên xwe nafiroşin." 'Divê Tirkiye tu carî heviyên xwe winda neke' Demîrtaş, dekîldarî niqaşên îro li ser destnedayînê bên kirin jî rawestiya û wiha got: "Em bawer dikin ku gelek wekîl dê ji vê polîtikaya "Bê îtîbariyê re" bêjin "Na" Em ji darizandinê natirsin. Yên bêjin erê dê têkevin bin vebalê. Divê Tirkiye tu carî heviyên xwe winda neke. Ji ber ku hevî em in. Yên li hemberî vê hovîtiyê dengê xwe bilind bikin hûn in. Hêviyek heye. Divê li hemberî vê heviya heyî kes reş nefikirin. Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek ji ber axaftina xwe hat girtin. Tenê axaftina wî hincet nîşan didin. Ji ber ku ferman ji jor de hatiye. Ji ber vê yekê siyasetmedarên HDP û DBP'ê digirin. ' HDP partiya pêşerojê ya Tirkiyeyê ye' Demîrtaş, herî dawî anî ziman ku wan pişta xwe neda "Zixrê destnedayînê" û neketin nava siyasetê û wiha dawî li gotinên xwe anîn: "Ez qet nehatime girtin û di nava hevalê xwe de yê herî kêm bedel daye ez im. HDP bi sekna xwe rêya rast da pêş Tirkiyeyê. Me partiya xwe bi kesan ve girêneda. Ev pêla ku me ava kiriye dê rê li pêşeroja Tirkiyeyê veke. HDP dê bibe partiyek bi hêz û partiya pêşeroja Tirkiyeyê. (mae/sa)