'Dizanîbûn ku dê li Soma komkuji pêk bê' 2016-05-15 11:32:11 ESKÎŞEHİR (DÎHA)- ESM'ê komkujiya Somayê bibîr anî. Di bîranînê de Prz. Engîn Gokoglu, anî ziman ku komkujî tenê ji aliyê gel ve dikare bê rawestandin. Prz Derviş Aydın jî anî ziman ku komkujiya li Soma pêk hat berê dihat zanîn. Şaxa Sendikaya Kedkarên Cemaweriyê yê Kan û Enerjiya Sanayê (ESM) ya Eskişehir û Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) têkildarî komkujiya Somayê daxuyanî dan. Di bernameya bîranîna Soma de ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin û belgefîlma "Son Nefes-Nefesa dawî" hat temaşekirin. Di bernameyê de derhênerê belgefîlmê Omer Akbaş, Parêzerê doza Somayê û endamê ÇHD'e Prz. Engin Gokoglu û Derviş Aydin amade bûn. Piştî pêşandana belgefîlmê derhêner Omer Akbaş naveroka belgefîlmê vegot. 'Gel dikare van komkujiyan rawestîne' Piştre Prz. Engin Gokoglu jî anî ziman ku kujer ji mabatan re dibêjin "Ji mere nebêjin qatil. Ev qeza bû" û wiha got: "Bi van gotinan dixwazin vê komkujiyê asayî bidin xuyakirin. Xwendekarên ku pankartekê vedikin rastî cezayên giran tên û wiha got: "Lê yên ku ev komkujî pêk anîne hatin berdan. Ji bo dewletê jî ev kuştin bê qîmet e. Li Soma û Kurdistanê bi sedan kes hatin kuştin. Xanî bi bombeyan tên xerakirin. Lê dewlet qîmet nade vê yekê. Ancak gel vê komkujiyê rawestîne" Ya ku pêk hat ne qeza ye cînayet e. Prz. Derviş Aydin, ji anî ziman ku ev ne qeza ye, komkujiyê û wiha got: "Berê dihat zanîn ku ev komkujî dê pêk bê. Berê her kesî dizanibû. Lê tedbîr negirtin. (mae)