Onder: Serê me dikeve axê lê çongên me nakevin 2016-05-14 16:30:53 ENQERE (DÎHA) - Di çarçoveya kampanyaya "Dest nede vîna min" li Enqereyê 64 Saziyên Sivîl daxuyaniyeke hev par dan. Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder beşdarî civînekî bû, diyar kir ku azadiya wekîlan û ewlehiya wekîlan nabe, azadiya vîna civakî heye û ev tişt got: "Dê serê me bikeve axê, lê çongên me nakevin. Em şopdarên kevneşopiyeke wiha ne." Li ser banga rêxisina HDP'a Enqereyê 64 Saziyên Sivîl bi dirûşma "Dest nede wekîl û vîna mi; Ji derbeya Qesrê, Prgala Serokatiyê û ji Şer re Na" li avahiya Yekitiya Mulkiyeyê daxuyanî da çapemeniyê. Civîna berdevkên Saziyên Sivîl û bi sedan kes beşdar bûn de, Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder jî amade bû. Metna çapemeniyê ya ku 64 Saziyên Sivîl nîşeya xwe avêtibûn binî, ji hêla Berdevka HDP'a Enqereyê Hatun Şîmşek ve hat xwandin. Şîmşek diyar kir ku bi hevkariya hemû partiyên li meclisê hewl didin destnedanê rakin û ev yek wekî hewldaneke li dijî demokrasiyê nirxand. Şîmşek aşkera kir ku bi riya darêzê dixwazin civakê ji nû ve sererst bikin û wiha axivî: "Bi taybetî em di aliyê sererastkirina li hemberî wekîlên HDP'ê de bi fikar in û pêwistiya me bi riyên siyaseta demokratîk heye." 'Dê wekîlên HDP'ê ji meclisê neşînin' Piştre Hevseroka HDP'a Enqerê Bîrsen Kaya mafê axaftinê girt. Kaya diyar kir ku di pêvajoyeke zehmet re derbas dibin û ev tişt got: "Kesên li vir jî di aliyê pêvajoya dîrokî û li gorî berpirsiyariya wê li gel hev in. Em çiqas li gel hev û zêde bin, em dê dawî li stratejiya derbeya desthilatedriyê û Qesrê bînin. Em ji bo vê armancê li vir in." Kaya bal kişand ser girtina Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek jî û aşkera kir ku Yuksek hevserokê partiyeke xwedî bi dehan şaredariyan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev berdewama operasyonên qirkirina siyasî ye. Tişa ku em fêm dikin, her ku diçe tirsa cuntaya Qesrê zêde dibe." Kaya li ser mijara destedanan jî rawestiya û got ku hebûna wan bi parlamentoyê destpê nekirine, lê têkoşîna wan a li qadan destpêkiriye, dê li meclisê berdewam bike û bi lêv kir ku dê bi rihetî nikaribin wekîlên HDP'ê ji meclisê bavêjin. 'Dê çongên me negihejin axê' Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder jî diyar kir ku ne azadiya wekîlan û ewlehiya wekîlan, azadiya civakî û vîna civakî heye. Onder derbirî ku wekîlên HDP'ê vîna civakê ne, lê di nava partiyên pergalê de hiyararşî heye û wiha pêde çû: "HDP ji kesên herî dawî yên ku hatine qetilkirin û tune tên hesibandin pêk tê, çongên van tu carî li dijî zilmê negtihişt erdê, dê negihêje jî. Çongên me nakevin em şopdarên kevneşopiyeke wiha ne." Daxuyanî bi axaftinên berdevkên Saziyên Sivîl berdewam kir. (ms)