KJA'yê, cejna ziman pîroz kir 2016-05-14 15:41:10 AMED (DÎHA) - Kongra Jinên Azad (KJA) bi munasebeta 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî daxuyanî da û cijna ziman li hemû kurd û kurdistaniyan pîrzo kir. Kongra Jinên Azad (KJA) bi mebesta 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî bi awayekî nivîskî daxuyanî da. KJA'yê di daxuyaniyê de diyar kir ku Kovara Hawarê di 15’ê Gulana 1932’yan de ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve hat weşandin û wiha got: "Ji ber ku di vê demê de di kovarê de zimanê kurdî derbasî elfabeya latinî bû û bi riya Kovara Hawarê pêşketina zimanê kurdî çêbû 15’ê Gulanê wek cejna zimanê kurdî tê pîroz kirin. Ziman ji bo her gelî hêmana bûn û nebûnê ye. Eger zimanek nebe zimanê perwerdehiyê, dê bi demê re ew ziman taybetiyên xwe wenda bike û dê were jibîr kirin." KJA, da zanîn ku ji bo neteweya demokrat jî rista herî girîng zimên e û wiha axivî: "Azadiya gelan bi azadiya zimanê wî gelî re girêdayiye. Her çi kurmanc be,soran be an jî kirmanc be divê her kurdek li zaravayên xwe xwedî derkeve û li hemû qadên jiyanê bi kurdî biaxive, bixwîne û binivîse. Û daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê bilindtir bike. Di serî de em spasdarên dayikên xwe ne ku hetanî niha zimanê me bi me dane zanîn. Dengbêjên ku bi zimanê xwe dîroka xwe vegotine, nivîskar û rewşenbîrên ku li ser zimanê xwe xebitîne û berhemên hêja nivîsandine, em spasdarên hemûyan e." KJA'yê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê kurdî li hemû gelê kurd û kurdistaniyan re pîroz kir. (rd/sa)