Ji tasfiyekirina îradeya jinan re 'Na' 2016-05-14 15:36:37 AMED (DÎHA) - KJA'yê daxuyand ku armanca helwdana rakirina destnedayînan meclîsa ku îrade û gotina jinan nebe, li dijî destkeftiyên jinan ketiye dewreyê û ew ê ji guhertina Qanûna Esasî re bibê jin "Na" û xwest hemû jin xwedî îradeya jinê ya meclîsê bibe. Kongreya Jinên Azad (KJA) têkîldarî hewldanên rakirina destnedayînên parlamenterên HDP'ê ji bo lihemberderketina vê yekê kampanyaya "Na" ya ku hatiye destpêkirin li navenda Jinê ya Cerenê daxuyanî da. Berdevka Demî ya KJA'yê Ayla Akat Ata daxuyanî xwend û got ku destnedayîn mageke ku parlamenterên hatine hilbijartin diparêze ye û ev maf aydî parlamenteran wêdetir aydî gel ê ew hilbijartine ye. Ata diyar kir ku hikûmeta AKP'ê daxwazên gel nabîne. Ata got ku jinan li Tirkiye û Kurdistanê ji bo ku sîstemeke demokratîk bê avakirin azadî pêk bê cudakariya li dijî nijad, ziman, ol û baweriyan ji holê bê rakirin gelek caran çalakî li dar xistine, lê sîstema desthiladra a zilam bi girtinan bersiv daye vê yekê. Pêvajoya darbeyê ya li Îmraliyê hate destpêkirin didomînin Ata wiha got: "Jinên kurd li dijî pêvajoya darbeyê ku hikûmtea AKP'ê li Îmraliyê li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîda di nava tecrîdê da destpêkirin dibêjin 'na', di bin navê rakirina destnedayînan de HDP tê xwestin ji parlamentoyê bê tasfiyekirin û bi vî rengî tê xwestin darbeya li Îmraliyê dan destpêkirin temam bikin. Di vî çarçoveyê de AKP'ê polîtîkayên şîdetê li her derê belav kiriye. Bi taybetî jî parlamenterên jin tên hedefgirtin, tê xwestin siyasetekî ku gotin û îradeya jinan tunebe ava bikin." Ata got ku tê xwestin îradeya azadiyê ya jinan bê şikandin û civak bê kolekirin, li cihê ku gotin û çalakiya jinan tunebe dê dîktatoriya yek zilamî hebe. Ata anî ziman ku ew ê di xeta azadiyê de li dijî êrîşan li ber xwe bidin û wiha got: "Em ê bibêjin heke tu dest bidî jiyan, bajar, çand, paşeroj, pêşeroj, beden, cenazeyê min, em ê bi rêxistinbûna cewherî û parastina cewherî ve li ber xwe bidin." Piştî daxuyaniyê parlamenter Selma Irmak û Hevşaredara BAjarê Mezin ê Amedê Gulten Kişanak jî axivin û gotin divê hemû kes bibêjin "Na". (sa)