Komîteya Çandiniyê ya Kobanê plansaziya çandinî û sewalkariyê ya 5 salan amade kir 2016-05-14 11:03:43 KOBANÊ (DÎHA) - Komîteya Çandiniyê ya Kantona Kobanê raporekî derbarê çandinî û sewalkariyê plansaziya xwe ya 5 salan amade kir. Li gor plansaziyê dê gelê Kantona Kobanê di hêla hilberîna çandinî û sewalkariyê de têra xwe bike û dê êdî zêde hewceyê derve nebe. Li tevahiya Rojava bi taybetî jî Kantona Kobanê ku ji ber polîtîkayên fetisandinê ya dewleta tirk û hevkarê wî PDK/Barzanî deriyên sînor ên Murşîtpinar û Sêmalk ji bazirganiyê re girtine, ji ber ambargoyek mezin zahmetî dikşîne. Li ser vê yekê di roja 10'ê gulanê Desteya Çandiniyê ya Kantona Kobanê bi 30 muhendisên zîreatê, dermankar ên ziraî û bayter, rêveberiya şaredariyê, Komîteya Aboriyê ya Taybet a Jinê civînek lidarxistibû û rapora polîtikaya çandinî, sewalkariyê û plansaziya 5 salan derxistin holê. Wê raporê pêşkeşê konferansa çandiniyê û sewalkariyê ya ji hêla Komîteya Çandiniyê ya rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ku dê sibê (15'ê gulanê) li Kantona Cizîrê pêk were, bê kirin. 'Polîtîkaya çandiniyê ya li ser Rojava bi birçîbûnê terbiyekirin bû' Di destpêka raporê de li ser polîtîkaya çandiniya rejîmê ya beriya şoreşê ya li ser Rojava û bandora li ser hatî kirin hatiye nirxandin. Nirxandina destpêkê ya raporê wiha ye: "Weke tê zanîn, diyarkirina plansaziya çandinî ya li Rojava, rejîma Suriyê li gor mejî û polîtîkaya xwe ya nijatperestiyê çêkir. Li Suriyê û Rojava jî rejîma Baas wek e Îran, Tirkiye û Iraqê pêşketina aborî, çandî, civakî û siyasî ya gelê kurd ji bo ji holê rabike polîtîkayên taybet meşandiye. Kurdên ku wek e hemwelatî jî nedihatin dîtin û nasname jî nikaribûn bigirin, nehiştin ku bibin xwedî erd û nehiştin bikevin nava lêgerîneke hilberîneriyê jî. Gelê kurd ligel xwedî çavkaniyên dewlemend ên bin erdê û ser erdê ye jî, xwestin bi birçîbûnê terbiye bikin, Rojava wek e qada dagirkeriyê ya aborî hat dîtin û ev çavkanî hatin talan kirin. Ligel Rojava embara genimê ya Suriyê dihat dîtin jî... Rojava ku di qada çandiniyê de wek e embara genimê ya Suriyê tê dîtin, bi erdên xwe yên têr û berhemdarî ligel pêdiviya çandiniyê ya Suriyeyê ya sedî 70 pêk tîne jî, destûr nehat dayîn ku ji bo van berheman bidin şixûlandin an jî aboriya gelan bê zindî kirin. Çavkaniyên li vir girtin û birin di qadên navenda rejîmê de dan şixûlandin. Rejîma Baasê ku kapîtalîzma dewletê esas digire, jibilî qadên çandiniyê çavkaniyên petrolê yên di bin erdê de jî bi heman rêbazî bi deh salan talan kiriye û gelê heremê bi vê awayî bi xwe ve girê da û ji bo vê jî tiştê ji destê wî hat kir. Rojavayê wek e embara Suriyê dît û ji bo rabûna aborî ya gel jî rê neda tu kar û xebatî. Hemû hilberînên ji Rojava derdiketin ji ber polîtîqaya çandiniyê ya nijadî, heman berheman di febrîqeyên di Suriyê de dida şixûlandin û ev car jî bi awayek cuda dixist bazara Rojava û ev yek jî dibû sedema bûhabûnê. Ligel rejîmê ewqas sûd ji çandiniya Rojava digirt jî, dîsa jî polîtîkaya lawazkirina çandiniya Rojava dimeşand. Lewra ligel nîvê zêdetir erdê Rojava hişkahî an go baran pir kêm dibare, ji ber çemê feradê mecalê dikaribû bike erdê avdaniyê jî, lê vê yekê pêknanî. Wisa bû ku çemê Feradê ku di herêma Kobanê de derbas dibe jî projeyê bendavê ya avdaniyê nêzî Raqqayê çêkir û qenalên avê li ser erdên Heleb û Raqayê de derbas kir. Ji ber bêaviyê, gelê Kobanê pir zêde bîr kolandin û ava heyî jî ber bi çikandinê ve çû û ev yek jî bi xwe re zuhayiyê anî. Bi vê ve girêdayî di hêla sewalkariyê de jî rejîmê tu projeyekî ji bo Kantona Kobanê pêş nexist û tiştê heyî jî bi tunebûnê ve diçû." 'Axa Kobanê ji hemû cure çandiniyê re guncav e' Di raporê de plansazî û tedbîrên demkurt û demdirêjî beş bi beş hatî diyarkirin jî wiha ye; Beriya civînê bi awayek zanyarî analîza (tahlîl) axa Kobanê hatiye kirin û di encamê de ji hemû cure çandiniyê re guncav e, derketiye holê. Li gor vê yekê; * Ji bo çavkaniyên avê yên binê erdê bên parastin, divê bîrên avê yên tên çêkirin ser bên girtin an jî bê sînor kirin. * Rojava xwedî du çemên herî mezin a heremê Dîcle û Firadê ye. Eger li ser bê xebitandin dikare bi ava Çemê Feradê axa Kantona Kobanê bikin erdê avdaniyê. Ji bo vê jî divê em projeyekî ava çemê Feradê bînin, çêkin. * Heman wextê Qenala avê ya bakurê Kurdistanê di ber Girê Spî de derbas dibe, divê projeyekî ji bo li ser erdê Rojava bê tanzîm kirin, bê amadekirin. Bernameya Çandinî * Pêwîste bernameyekî ne giştiya Suriyê, li gor pêwîstî (arz-talep) ên Rojava bê danîn. Destpêkê divê berhemên Rojava xwe bi xwe karibe têr bike bername bê dayîn. * Li gor vê divê sedî 40 genim, sedî 30 ceh, sedî 20 ji malbatên beqle, sedî 5 keskayî, sedî 5 jî garis, kuncî û wkd. * Kaş û erdên ku nayên cotkirin ên girêdayên rêveberiyê ne, projeya daristanên biçûk bê danîn. * Di navbêra sînorên erdên tên cotkirin de ji bo dar bên çandin cotkar bên teşwîqkirin. * Her wiha ji bo bexçeyên darê fêkî pêş bikeve projeyên teşwîqkirinê bê çêkirin. * Ji bo ev pêş bikevin (daristan, bexçeyên fêkî) ji hêla rêveberiyê ve projeyên şitilgehan bê pêşxistin û bi maliyeta wî li cotkaran bê belavkirin. * Ne tenê ji bo danîna daran, ji bo bernameya çandiniyê ya giştî bê teşwîqkirin û bi ser bikeve, hemû cure tov (bizir), li gor derfetan bi maliyeteke kêm an jî bi awayek alîkarî, di demek guncav de paşde karibe bizivrîne, bê belavkirin. Keskayî * Dema pirsgirêka av bê çareserkirin, derfeta Rojava heye ku tevahî pêwîstiyên xwe yên keskayî pêk bîne. * Li gor bernameyê sala pêşî sedî 50 dikare pêwîstiyên xwe yên keskayî pêk bîne, piştî 2 salên din ev hilbêrîn derdikeve sedî sed, piştî 5 salan jî dikarin hilbêrînên keskayî li heremên din jî belav bikin (ixrac). * Ji bo pêwîstiyên zivistanê jî projeya bio plastîk (malên plastîk, sera) û her wiha keskayiyên ku çar mewsim tên çandin wek e (kartol, tivir, kelem, pîvaz û whd.) bên pêşxistin. Pîşesaziya çandiniyê * Ji bo serkeftina projeyên ku ji bo çandiniyê anî ziman û berhemên derdikevin holê baş bê nirxandin, pêwîste bernameya pîşesaziyê jî baş danîn holê. * Ji bo vê jî pêwîstî bi fabrîqeyên wek e hemû cure konserveyan, zeyta zeytunan, zeyta garis û dendikê gulberojê, yên fistiqê, semat (gubre), meqerûnê û tehînê bên avakirin. Amûrên çandiniyê * Ji bo ji van bername û projeyan re karibe bibe bersiv tamîrxaneyên amûrên çandiniyê yên heyî bên berfirehkirin û di demên pêş de jî derxin asta sîteyê. * Amûrên çandiniyê yên niha heyî ku kevin bûne dê nikaribin bibin bersiv ji bername û projeyên ji bo çandiniyê ya demên pêş, ji bo vê jî li gor teknîka çandiniyê li vir karibin bên çêkirin, an jî karibin ji derve ve bînin, proje bên danîn. Sewalkarî Heyîna Sewalkariyê girîng e ji ber ku çandiniyê temam dike. Ji bo vê jî divê bi projeyên nû pêş bixin. * Ji bo pêwîstiyên yêm çandiniya soya, garis û whd, bê pêşxistin. * Li gor pêwîstiyê febrîqeyên yêm (elef) bên zêdekirin. * Ji bo sewalkarî pêş bikeve bi armanca teşwîqê bi erzanî yêm li sewalkaran bê belav kirin. * Mezrea (çiftlik) çêlek û pez bê çêkirin. Ligel vê jî di nava civakê de ji bo li ber mala xwe, bibin xwedî pez û çêlekê projeyên teşwîq bên pêşxistin. * Fabrîqeya ku berhemên sewalan, wek e şîr, mast û penîr bê vekirin. * Li Kantona Kobanê çiftlika çêlikên mirîşka heye, ji bo çiftlikê (medcenê) mirîşkan pêş bikeve proje bê danîn û ji bo xwedîkirina mirîşkan jî bê teşwîqkirin. * Ji bo meraêyên gundan piranî hatine tecawiz kirin, ji bo meraeyên gundan vegerin wek e berê teşwîq bê kirin. Sazîbûn * Ji bo rêxistinkirina muhendizên çandiniyê û dermankar û beyteriyê, di bin sîwanekî de bên rêxistinkirin sazîbûnê ava bikin û bixin bin xizmeta civakê. * Saziyên hilberîn û pêşxistina tov, bikaranîna ax û avê û her weke din bên avakirin. * Ji bo derman rast û bi tendûristî bên bikaranîn yekîne bê ava kirin. * Ji bo berhemên çandiniyê di bazaran de baş bê bikaranîn yekîne bê ava kirin. * Ji bo giştî çandinî û sewalkarî bi rêk pêk û bi zanyarî bê bikaranîn hem ji bo pêşxistina kadroyên pêşeng û cotkaran akadamiya perwerdehiyê bê vekirin. Di projeyan de ekolojî û keda jinê esas bê girtin Di raporê de hate diyarkirin ku dê ev plansazî di çerçoveya feraseta ekolojiyê de bên çêkirin û ev tişt hate gotin: "Hebûna civakê ya bi xwezayê re tê zanîn, ji bo vê jî tevahiya projeyên bên pêşxistin feraseta ekolojiyê esas bê girtin û wek e rêgeza esas tê girtin. Bikaranîna van projeyan de paqijiya hawirdorê dê esas bê girtin û dê rûhsat an jî destûr nedin tiştên ku ekolojiyê dixe xeteriyê. Ji bo vê jî bi saziyên têkildar û şaredariyan re di nava dan û standinê de bin. Ji bo aboriya civakî bê rûniştandin, pergala herî guncav komîn û koperatîf in. Encax bi vê awayî civak dikare tevlî hilberînê bibe û xwedî li keda xwe derkeve. Ji bo vê jî tevahî xebat û projeyên bên pêşxistin de komîn û koperatîf wê esas bên girtin. Ji ber ku jin bi xwezayê û hûnera çandiniyê tê nasîn, keda jinê ya di çandinî û sewalkariyê de esas bê girtin." (ea/red)