'Em ê li dijî derbeyê têbikoşin' 2016-05-14 09:10:12 AMED (DÎHA) - Rêxistinên Kurdistanî yên Amedê destnîşan kirin ku hewldana rakirine destnedayînên parlementên HDP'ê êrîşeke li dijî vîna gelê kurd e û diyar kirin ku ew ê li dijî vê derbeyê têbikoşin. Li Amedê rêxistinên Kurdistanî yên weke Însatifa Azadî, Komelaya Çanda Demokrat û Şoreşger (DDKD) û Partiya Azadî û Sosyalizmê (OSP) destnîşan kirin ku hewldana rakirina destnedayînên parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) êrîşa li dijî vîna gelê kurd e. Rêxistinên Kurdistanî ragihandin ku hemû rêxistinên di meclisê de li dijî vîna gelê kurd HDP'ê xwe kirine yek û bilêv kirin ku ew jî dê piştgirî bidin HDP'ê. Rêxistinên Kurdistanî ragihandin ku wan piştgirî dane kampanyaya "Ji derbeyê re na" û anîn ziman ku ew ê li dijî êrîşen li ser HDP'ê di nav hewldanan de bin. 'Dixwazin dengê gelê kurd qut bikin' Serokê Partiya Azadî û Sosyalizmê (OSP) Sînan Çîftyurek bal kişand tifaqa li dijî HDP'ê û diyar kir ku rêxitinên Tirkiyeyê çiqas ramanên wan cuda bin jî li dijî gelê kurd di bin yek. Çîftyurek anî ziman ku hemû rêxisinên Tirkiyeyê dixwazin HDP ji meclisê derbikeve û wiha axivî: "Ji ber ku HDP nûnertiya vîna gelê kurd dike dixwazin dengê gelê kurd qut bikin". 'HDP'ê serbilind e' Çîftyurek da zanîn ku HDP'ê divê serbilind be û wiha axivi, "Destnedayînên AKP, CHP û MHP hemû ji ber dizî û nelirêtiyê ne. Lê yên HDP'ê hemû ji ber ramanên wan in. Em jî xwedî wan ramanên HDP'ê ne. Em amade ne ji bo HDP'ê hemû tiştan bikin. Ev yek dest dirêji vîna hemû kurdan e". 'Derbe ev saleke dest pê kir' Çîftyurek bal kişand ser derbeya li dijî HDP'ê pêk tê û got ku ev saleke dewlet dixwaze derbeyê li siyaseta kurdan bide. Çîftyurek bilêv kir ku rakirina destnedayînên parlementerên HDP'ê bi vî şerê li Kurdistanê re ji têkildar e. Çîftyurek anî ziman ku divê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) hemû rêxistinên kurdan kom bike û li dijî vê êrîşê sekna hemû kurdistaniyan ragihin e. 'Rêya demokrasiyê tê girtin' Endamê Însatifa Azadî Parêzer Sidki Zîlan anî ziman ku rakirina destnedayînên parlementerên HDP'ê ji bo hemû gelan ne baş e. Zîlan diyar kir ku divê hemû destnedayîn werin rakirin û got, "Ji ber ku li tirkiyeyê darizandin ne bê aliye wê tenê parlementerên HDP'ê werin darizandin". Zîlan bilêv kir ku divê serxwebûna kursiyê hebê û got, "rêya siyaseta demokratîk werê girtin ji kesê re fayde nake". 'Em amade ne' Zîlan bi bîr xist ku wan îmzeya xwe avêtiye daxuyaniya 5 gulanê ya liEnqereyê û wiha axivî: "Em vê rewşê dest dirêjiya vînê dinirxinin lewma emê li dijî vê yekê derbikevin. Çi pêwist be em amade ne bikin". Zîlan bangî parlementerên AKP, CHP û MHP'ê kir ku ji destnedayînên HDP'ê erê nekin. 'Naxwazin dengê gelê kurd werê bihistin' Serokê Giştî yê Komelaya Çanda Demokrat û Şoreşger (DDKD) Mehmet Weysî Askar jî anî ziman ku di salên 1994'an de jî dewletê derbe li siyaseta gelê kurd ya demokratîk xist û got, "Wan di 94'an de 15 parlementerê kurd ji meclisê avêtin. Ew 15 bûn 60. Niha dixwazin van 60 an jî bavêjin". Askar diyar kir ku dixwazin dengê gelê kurd yê li meclîsê qut bikin û got, dewlet naxwaze raya giştî dengê gelê kurd bibihize. Askar bilêv kir ku ew ê li dijî êrîşa li ser vîna gelê kurd di nava têkoşînê de bin û got çi pêwîst be ew ê bikin. (cno-rd/sa)