Di konan de her çîrokek dramek e! 2016-05-14 09:06:05 MÊRSÎN (DÎHA) - Di salên 90'an de welatiyên ku koçber bûne û li Edene û Mêrsînê bi cih bûne her yek ji wan xwedî çîrokekî bi dram in. Civaknas Menîce Yaşar diyar kir ku bi taybetî jî jin di şertên zehmet de dijîn û pirsgirêka wan a herî mezin jî pirsgirêka zimanê dayikê ye. "Yaşar wiha axivî: "Jinên ku vî pirsgirêkê dijîn jî yên koçber bûne û zêdetirî 26 sal in jiyana xwe di konan de berdewam dikin in." Malbatên ku di salên 90'an de ji ber ku ji aliyê dewletê ve bi zorê hatine koçberkirin û li Huzur Kent a navçeya Tarsusê ya Mêrsînê bi cih bûne û li vir di konan de dijîn her yek ji wan xwedî çîrokeke bi dram e. Herî zêde jî jinên ku di van konan de dijîn zehmetiyê dikişînin. Civaknas Menîce Yaşar a ku di çarçoveya Bernameya Aktîvîst a Sivîl Bifikire de tevlî lêkolîna "Ji bo kesên bu zorê ji cihê xwe bûne di kolanan de xwe spartina jiyanê" bûye diyar kir ku jibo malbatên ku di salên 90'an de koçber bûne û şertên wan ên jiyanê lêkolîn bikin xebat dane destpêkirin. Yaşar anî ziman ku di qada lêkolînê de jinên ku dijîn pirsgirêkên wan ên hevqar hene û jin li gorî temen, perwerde, zewac an jî nezewicandinê, li gorî şertên xebatê pirsgirêkên cuda jî dijîn. 'Pirsgirêka herî mezin a jinan pirsgirêka zimanê dayikê ye' Yaşar destnîşan kir ku jinên ku di salên 90'an de koçber bûne herî zêde pirsgirêka zimanê dayikê dijîn û ev jin jî zêditirî 26 sal in koçber bûne û di kon de dijîn in. Yşar anî ziman ku ev jin ji bo ji xizmeta tenduristiyê sûde werbigirin mecbûr dimînin bi xwe re wergêr bibin û nirxandina "dema ku kesek li cem wan tunebe jî nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiê an jî ev pêvajo derengî dimîne. Ango ev pirsgirêk dibe sedema pirsgirekeke din" kir. 'Jixwe xerib dibin' Yaşar got ku yek ji pirsgirêkeke din a jinan jî perwerdehî ye û wiha axivî: "Li gorî salên borî di zarokên keç de çûyîna dibistanê zêde bûye. Lê piraniya wan nikarin perwerdehiya xwe bidomînin û ji mafê perwerdehiyê bêpar tên hiştin." Yaşar da zanîn ku pirsgirêka herî girîng a jinan yek jî şîdet e ev pirsgirêk jinan her diçe bênasname dihêle û ji xwe dide durxistin, xerîb dike. 'Her çîrokek dramek e Yaşar got ku di konan de pirzewacî wekî pêkûtiyekî tê bikaranîn û wiha axivî: "Zilam ji jinan dixwazin zarokan bînin, karên malê bikin di heman demê de jî di zeviyê de bixebitin. Jinên ku vê yekê qebûl nakin zilamên ku ji yekî zêdekir hevserên wan hene mînak tên nîşandan û tên tehdîdkirin." Yaşar bilêv kir ku di lêkonînê de dîtine ku pirzewacî pir zêde ye û di nava her çîrokê de dramek heye, dema ku çîroka jinan tên fikirandin jî ev pir zewacî vedigere zilm û îşkenceyê. Yaşar got ku jiyana jin û zarokên keç ên di konan de dijîn ji berê ve tê diyarkirin û, jin di nava zehmetiyên jiyana di kon de hem karê rojane dikin hem li zarokan dinêrin hem jî di zeviyan de dixebitin, ji ber vê yekê jî gelek pirsgirêkên cidî dijîn. 'Di konan de xwe dispêrin jiyanê' Yaşar destnîşan kir ku bi zorê ji cih û warê xwe derketin pêvoyeke travmayê ye û wiha axivî: "Zehmetiyên şertê jiyanê, rewşa aboriyê, windakirina mafên civakî û çandî pêvajoyê girantir dike." Yaşar got ku jiyana di kon de bi tena serê xwe ji bo mirovan tiştekî rûmetşikandinê ye û ev tişt anî ziman: "Bicihneanîna pêdiviyên bingehên ên wekî cih. tenduristî, perwerdehî û hwd. dibe sedema bi hezaran mirov terkî mirinê kirine." Yaşan diyar kir ku jinên ku koçber bûne bi konên ku ava kirine de xwe dispêrin jiyanê. Yaşar herî dawî anî ziman ku di vî mijarê de ji bo pirsgirêk bên çareserkirin xebatên rêxistinên jinan û rêxistinên civakî yên sivîl girîng in. (sa)