'Spîmend' derket pêşberî temaşevanan 2016-05-13 10:39:18 STENBOL (DÎHA) - Di 2'yemîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Stenbolê de lîstika "Spîmend" derket pêşberî şanohezan. Di 2'yemîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Stenbolê ya ji aliyê NÇM'ê ve tê organîzekirin de lîstika şanoyê ya bi navê "Spîmend" a Ekîba Şanoya Bajar a Amedê li Navenda Çandê ya Şîşliyê hate pêşandan. Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî lîstikê dan. Lîstik ji aliyê temaşevanan ve bi baldarî û eleqeyeke mezin hate temaşekirin. (sa)