KESK: Meseleya AKP'ê ne HDP duyemin darbeya Qesrê ye 2016-05-12 13:14:51 ENQERE (DÎHA) - Sendikayên girêdayî KESK'ê hewldana AKP'ê ya ku dixwaze HDP'ê li dervî meclîsê bihêle û siyaseta demokratîk tasfiye bike, rexne kirin û diyar kirin ku ev hewldan "Duyemîn darbeya Qesrê ye". Konfederasyona Sendîkayên Kedkaran ên Cemaweriyê (KESK) û sendîkayên girêdayî wê, darbeyên ku hikûmeta AKP'ê li ser meclîsê pêk tîne rexne kir û bertekên xwe anîn ziman. Sendîka li Navenda Giştî ya KESK'ê kom bûn û pekanînen AKP'ê yên li hemberî HDP'ê wekî darbeya duyemîn a Qesrê bi nav kirin. Rêveberên KESKê yên li navendê daxuyanî dan çapemiyê, hewldana guhertinên Qanûna Esasî yên rakirina destnedayîna wekîlên HDP'ê wekî "Darbeya li dijî Vîna gel a Qanalên Siyasî" pênase kir. Di civîna çapemeniyê de Hevserokên Giştî yê KESK'ê Şaziye Kose û Lami Ozgen, Serokê Giştî yê Egîtîm Sen'ê Kamuran Karaca, Serokê Giştî yê Tarım Orkam-Senê Hamit Kurt, Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erdem û sendîkayên din amade bûn. Li ser navê sendîkayên girêdayî KESK'ê Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lami Ozgen, daxuyanî da û diyar kir ku dixwazin bi vê hewldanê warê çareseriyê parlamentoyê bê rol û rist bihêlin. Ozgen, anî ziman ku piştî pêvajoya çareseriyê hat xerakirin, desthilatdariya gel jî nema û vîna gel êdî li ber çavan nayê girtin." 'Bi darbeya duyemîn a Qesrê vîna gel di bin piyan de ye' Ozgen, da zanîn ku li Tirkiyeyê piştî hilbijartina 7'ê hezîranê şer û pevçûnê dest pê kiriye û îxtîdarê bi îlankirina qedexeyên derketina kolanan re binpêkirina mafan jî zêde bûye û wiha got: "Her roj avahî û mal bi roket û bombeyan tên hilweşandin. Bombeyan davêjin bajaran. Her roj mirovên me tên kuştin. Ev 2'emîn darbeya Qesrê ye. Vîna meclîsê di bin piyan de ye. Warê çareserî û demokrasiyê meclîs êdî bê wate ye. Ev polîtîkayên AKP'ê talûkeyên mezin bi xwe re tîne." Ozgen, destnîşan kir ku vîna gel ji destê wan tê girtin û di heman demê de raman û mafê îfadeyê jî ji destê gel tê girtin. Ozgen, da zanîn ku îxtîdara siyasî dixwazin tolê hilînin û bi riya darazê hesap bipirsin û ev yek ne rast e û wiha got: "Ji ber destnedayinê dê şer û pevçûn jî zêde bibe. Divê bi lezgîn ev daxwaza guhertina Qanûna Esasî bê betalkirin. (mae)