Pêvaoya çareseriyê jî bû mijara fezlekeyê 2016-05-12 09:11:16 ENQERE (DÎHA) - Der barê parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder de di fezlekeya ku ji bo destnedayîna wî bê rakirin de silava Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di Newrozê de ragihandina bi milyonan kesan û xwendina deklerasyona ji bo bêdengkirina çekan sûc hate dîtin. Pêşnûmeya ku AKP'ê bi fermana Serokomar Tayyîp Erdogan ji bo rakirina destnedayînên parlamenteran amade kir dê duşemê bê rojeva civata giştî ya meclîsê. Fezlekeyên ji bo rakirina destnedayînên parlamenterên HDP'ê de hatine amadekirin her yek ji wan wekî skandalê ye. Slav Ocalan anîn bû mijara fezlekeyê Naveroka Newroza 2013'an a ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan banga dîrokî kiribû wekî "ji bo sûckirinê rêxistin avakirinê" hincet hate nîşanda û der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder de fezleke hate amadekirin. Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê Newroza 2013'an a Stenbolê ku Demîrtaş û Onder bi hevre beşdar bûn nirxand û çûyîna wê demê ya bi agahiya dewletê bi keştiyê ya li Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Ocalan re hevdîtin pêk anîn û peyam ji raya giştî re ragihandinsûc tê dîtin. Gotina Onder a "Min silavên Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan ji we re anî" bû bingeha fezlekeyê. Axaftina Demîrtaş a "Yên ku gotin em ê Qandîlê tune bikin bila şevekî biçin û li Gabarê nobetê bigirin bila binêrin Qandîl tune dibe yan na" jî b^umijara lêpirsînê. Di lêpirsînê de tam piştî 2 salan dema ku nîqaşên rakirina destnedayînan hate rojevê dozgeriyê kir mijara fezlekeyê û xwest destnedayînên Onder û Demîrtaş bê rakirin. Piştî 5 salan hat aqilê dozger Mijara fezelekeyekî din a der barê Demîrtaş de hatiye amadekirin jî tevlibûna meşa ku ji bo şermezarkirina êrîşa lîncê ya li navçeya Înegol a Bursayê û navçeya Dortyolê ya Hatayê li dijî kurdan pêk hat, hatibû lidarxistin e .Meş di 2015'an de hatibû lidarxistin piştî 5 sal derbas bû dozger dosya vekir, Serdozgerê Komarê yê Amedê jî der barê meşa ku di 15'ê cotmeha 2010'an hate lidarxistin de lêpirsîn vekir xwest bi îdiaya ku "bêyî ku endamê rêxistinê ye li ser navê rêxistinê sûc kiriye" destnedayîna Demîrtaş bê rakirin. (sa)