'Daxwaza Erdogan a serokatiyê me ber bi îflasê ve dibe' 2016-05-12 09:10:16 ÎDRÎS SAYILGAN AGIRÎ (DÎHA)- Ji ber krîza abariyê ya ku bi şerê ku AKP'ê da destpêkirin ve derket holê gelek esnafên ku li Agiriyê derabeyên dikanên xwe girtin yên vekirî ne jî ji bo derabeyên xwe negirin li ber xwe didin. Esnafê ku diyar kir li gorî par karê wan ji sedî 50 kêm bûye bi gotina "Ev ne çûyînekî baş e" li hemberî îxtidarê nerazîbûn nîşan da. Bi şerê ku AKP li Kurdistanê dide meşandin ve krîza aborî ya ku derket holê gelek esnafên li Agiriyê derabeyên dikanên xwe girtin, dikanên vekirîne jî ji bo ku derabeyên xwe negirin li ber xwe didin. Esnafan diyar kirin ku daxwaza Serokomar Tayyîp Erdogan a serokatiyê li Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran esnaf ber bi îflasê ve dibe û nirxandina "her hal krîza ku nehatiye aşkerakirin heye" kirin û anîn ziman ku heke rewş wisa berdewam bike dê gelek esnafên din derabeyên dikanên xwe bigirin. Mulkiye Çabuk a ku li Stenbolê 10 salan esnafî kiriye û vegeriyaye Agiriyê 6 sal in jî li vir esnafiyê dike diyar kir ku ev salek e ji karên wan ji sedî 95 kêmbûn heye. Çabuk bilêv kir ku ji ber rewşa nediyar a pevçûnan derxistiye holê welatî nikarin pere xerc bikin û wiha berdewam kir: "Salên borî ji berhemekî rêzekî 100 digirit lê îsal tenê yekî dikirin. Ew jî bi fikar dikirin. Par me ji sedî 50 dikirî lê niha yekî dikirim. Berhemên ku tîmin jî ji sedî 75 di destên me de dimîne. Ev rewşa şer a nediyar bandorê li ser her tiştî dike. Ev çûyînekî ne baş e." 'Daxwaza serokatiyê me serobino kir' Çabuk ê ku berpirsyarên tiştên diqewime Erdogan dibîne ev tişt anî ziman: "Ji bo daxwaza serokatiyê bi hezaran can çûn. Mal hatin xirakirin, şewitandin. Mirov mehv bûn. Bi hezaran ciwanan jiyana xwe ji dest dan. Divê noqteya ku em hatin ne evbûya. Daxwaza serokatiyê em serobino kirin." Esnaf derabeyên dikanan digirin Ramazan Taşkin ê ku 12 sal in esnaf e jî diyar kir ew dema herîdijwar dijîn û ji sedê 50 karên wan kêm bûye, nikarin deynên xwe bidin û wiha axivî: "Kar tuneye. Em bi zorê deynên xwe didin. Kesên ku 10-15 sal in esnafiyê dikin dikanên xwe girtin û çûn. Mirov nikarin tiştekîbikirin." Kar tuneye Nurullah Aslan jî got ku karê wan nîvî nîvî kêm bûye û wiha axivî: "Her hal krîzekî ku aşkera nekirine heye. Îsal kar pir kêm e. Jiber pevçûnan esnaf perîşan bûn. Gelek esnafan derabeyên xwe girtin. Kar tuneye." Hakan Gurtekîn jî wiha got: "Peke pêvajoy bi vî rengî biçe esnaf dê ji sedî 50 windahiyê ve bigire. Ji ber ku herêmên rojhilat û başûrêrojhilat herêmên rîskê ne e em evraq negirin. Dema ku banke çek digire her tişte te dixwaze îpote bike. Tu mecbûrî pere bidî. Dema ku dikan vala bû em ê çawa bidin. Kar pir kêm in. Heke salekî jî bi vî rengî berdewam bike em ê mecbûr bimînin bigirin. Heke esnaf ne li ser piyan be dewlet jî dê bikeve." (sa)