Hevpeymana sîstema federal tê nivîsandin 2016-05-11 12:15:20 DÊRIK (DÎHA)- Komîteya Hevpeymana Civakî ya girêdayî desteya rêxistinî ya Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava – Bakurê Sûriyeyê, dest bi nivîsanadina hevpeymana Civakî ya Rojava û Bakurê Sûriyeyê kir. Komîteya hevpemana civakî di civîna desteya rêxistinî ya Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava û Bakurê Sûriyê ku di 23-24’ê Adarê de hat li darxistin de, hat avakirin. Piştî ku komîte hat avakirin, yekser dest bi xebata xwe kir. Di çarçoveya xebatên komîteyê de, ji bo hemû pêkhateyan kurd, ereb, suryan, êzîd û asûriyan, re, civînên danasîna Sîstema Federaliya Demokratîk hatin organîzekirin. Di civînan de sîstem ji gel re hat vegotin û danasîn û li nêrîn, pirsên û pêşinyarên wan hat guhdarkirin. Bi armanca ku hemû pêşinyar di ber çavan re bên derbaskirin û dest bi nivîsandina reşnivîsa hevpemanê bê kirin, komîteyê duh navenda xwe ya li bajarê Dêrikê, civînek lidar xist. Di civînê de 9 endamên komîteyê û Hevserokê Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava- Bakurê Sûriyeyê, Mensûr Selûm, amade bûn. Di civînê de, Berpirsyara komîteyê Henîfe Hisên axivî û destnîşan kir ku gotubêjkirina li ser pêşnûmeya hevpeymana civakî di dema xwe de destpê kir û wiha domand: “Gotubêj dê di debarê awayê, nivîsandina xalên reşnivîsê bi awayekî rast bin. Hemû bend dê werin nîqaşkirin.” (sa)