Dengê çiya ya nayê jibîrkirin: Hozan Mizgîn 2016-05-11 09:12:06 STENBOL (DÎHA) - Hunermenda kurd Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) a ku beriya 24 salan di pevçûna li Tetwanê de nemir bû bi ruhê xwe yê berxwedêr û muzîka xwe ve di têkoşîna azadiya kurd de cihê xwe diparêze. Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) a ku li Tetwanê di pevçûnê de neteslîmbûn berxwedan tercîh kir û nemir bû di 24'emîn salvegera şehadeka xwe de li gelek bajarên Kurdistanê tê bibîranîn. Hozan Mizgîn li Êlihê dest bi têkoşîna azadiyê kir û di 11'ê gulana 1992'yan de bi stranên xwe yên kurdî li têkoşîna xwe şoneşgerî zêde kir û nemir bû. Hozan Mizgîn a ku di 192'yan de li Êlihê ji dayik bû di salên 1980'an de tevli PKK'ê bû. Fermandara jin a yekem Mizgîn a ku ji zaroktiya xwe nirxên berxwedêr ê gel nas kir û guh da zêmarên dengbêjan û wekî encama vê yekê jî li herêmên Mêrdîn û Xerzanê fermandarî kir û bû fermandara eyaletê ya jin a yekem. Dengê wê li çiya olan da Hozan Mizgîn a ku xwedî şexsiyeta xwe ya şoreşgerî bû ji hunermendên weke Meryem Xan û Ayşe Şanê bi bandor bû û stranên kurdî stra. Mizgînê jibilî rastiya jina kurd, ruhê xwe yê têkoşêr jî li newayên xwe zêde kir, bi berbipirsyariya gerîlabûnê û bi vî zanebûnê meşa xwe domand. hurena xwe û têkoşîn kir yek û bi dengê xwe li çiyayên Kurdistanê olan da. Li her mala ku çû şopek hişt Mizgîn a ku bi werekî û bi biryarbûna xwe ve mîlîtaneke jin bû li her mala ku çê bîranîn û şopek hişt û gelek ciwan bi bandora xwe ve kişan nava têkoşîna azadiyê. Dema ku li Mêrdînê li malaku mêvan bû stran digot dengê wê hate bihistin bêdeng bûbû lê li aliyê xwe jî dilê xwe li hevalên xwe yên jin re vekiribû, şexsiyeteke ewqas narîn bû. Bi tembur û çeka xwe ve mora xwe li dîrokê xist Mizgîn piştî ku ji bo avakirina Koma Berxwedanê çû xebatên Ewropayê li wir cewhera "ji bo civakê huner" nîşan da. Bi tembur û çeka xwe ve mora xwe li dîroka berxwedane xist ûpiştî 24 salan bi hesret û hezkirinê tê bi bîranîn û stranên wê pêl bi pêl belav dibe. (sa)