Yuksek ji ber axaftinên xwe hatiye binçavkirin 2016-05-10 21:23:44 AMED (DÎHA) - Parêzerê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, Muzaffer Ozdemîr diyar kir ku muwekîlê wî ji ber axaftinên xwe yên demên cuda kiriye bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye binçavkirin. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek î ro dema ku ji Buroya Şewirmendiyê ya Navenda Giştî ya DBP'ê derket ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û biribûn enmiyetê. Parêzerê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, têkîldarî binçavkirina Yuksek agahiya "bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye binçavkirin sedema binçavkirinê jî axaftinên ku di demên cuda de kiriye ye" da. Ozdemîr anî ziman ku Yuksek hê jî li TEM'ê tê girtin. (sa)