Yalçinbayir: AKP ji partîbûnê derket 2016-05-10 10:51:02 ENQERE (DÎHA) - Ertugrul Yalçinbayir ê yek jî avakarê AKP'ê ye û cara ewlil ji partiyê hat tasfiyekirin, diyar kir ku ew ji sala 2003'yan vir ve AKP'ê rexne dike, aşkera kir ku AKP êdî ji patrîbûnê derketiye. Yalçinbayir piştrast kir ku bi taybetî Serokomar Erdogan Makeqanûn binpê kiriye û wiha pêde çû: "Kesên wekî Abdullah Gul û Bulent Arinç ên ku wekî 'muxalîf' tên dîtin jî, di heman demê de di vî gunehî de para wan heye. Ev kes rojek ji rojan derketin tuştek anîn ziman? Di AKP'ê de muxalefeteke cidî derneket pêş." Piştî mafê tayîna navçe û bajaran ji destê Serokwazîr Ahmet Davutoglu hat girtin û peywîra wî bi awayekî fîlî ji hêla Serokomar ve ji destê wî hat standin, dê di 22'yê Gulanê de AKP biçe kongreyê. Rayedarên AKP'ê dan zanîn ku kesê bibe serokê AKP'ê û serokwezîr, divê "profîla wî kêm be" yanî "bêraye" be, li ser vê yekê Erdogan ne tenê li hemberî Davutoglu, di heman demê de mudaxaleyî rayeya serokwezîrtiyê jî kir û rexneyên wekî serokwezîrtî ji holê hat rakirin kir. 'Pirsgirêkên exlaqî heye' Avakarê AKP'ê û Alîkarê Serokwezîr ê berê Ertugrul Yalçinbayir, der barê geşedanên li Tirkiyeyê û AKP'ê de nirxandin kir û tiştên li Tirkiyeyê diqewimin wekî "tiştên ji derveyî qeydê yên Tirkiyeyê diqewimin" nirxand. Yalçinbayir bêhiqûqî jî li "dijî qeydê" nirxand û wiha pêde çû: "Li Tirkiyeyê derveyî qeydeyê serdestiya xwe diparêze e, di her qadê de bêqeydebûn heye. Wekî di bazirganiyê de çawa bêqaydeyek hey, di siyasetê de jî heman rewş xwe dide der. Divê Tirkiye bikeve nava qeydkirinê. Her tiştê ji derveyî qeydkirinê sûc e. Ev alî pirsgirêka exlaqî ye." 'Erdogan li gorî makeqanûnê tevnagere' Yalçinbayir da zanîn di rewşa îro hatinê de li gorî makeqanûnê û li gorî qanûnan tevgerandin nayê kirin û wiha hat gotin: "Qanûnên ku hûn li gorî wan tevnagerin, dê welatî çima tevbigerin. Dema tu li Tirkiyeyê binhêrî, makeqanûn heye, lê car caran li gorî makeqanûnê tevnegerîn çê dibe. Dibêjin mewzûatê li hêlekî bihêlin. Dema hûn li gorî qanûnan (behsa Erdogan dike) tevnetgerin, dê welatî çawa li gorî qanûnan tev bigerin." 'Divê Erdogan bikeve nav sînorên xwe' Yalçinbayir piştrast kir ev tiştên diqewimin bandorê li ser aştiya civakî dike û bal kişand ser binpêkirina azadiya remanê û aşkera kir ku di vî alî de pirgirêkên cidî hene û wiha got: "Gotinên we, remana we tên sînorkirin. Reman û azadiya çapemeniyê heye? Di serî de Serokomar û divê hemû rayedar li gorî makeqanûnê tev bigerin." AKP ne partî ye Yalçinbayir piştî Davutoglu ji serokatiya AKP'ê hat xistin, li ser pirsên "Dê AKP çibe?" jî sekinî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Êdî bûye cihekî ku kes nikare dengê xwe derxe, ji partîbûnê derketiye, ne partî ye, avabûnek e. Ev rewşke fîlî ye. Li wir qayde tune ye." 'Gul û Arinç, pêşî li Erdogan vekirin' Yalçinbayir diyar kir ku Abdullah Gul û Bulent Arinç di AKP'ê de li hemberî Erdogan "muxalif" bûn û piştrast kir ku wan jî "sekneke bi biryar neda nîşan" û ev tişt anîn ziman: "Ew bi awayekî bi biryar derketin holê wan helwesta xwe da nîşan? Bi biryarî hebû? Wan ji ber 'bila cihêkarî nebe, di nava partiyê de bê hizûrî pêk neyê' pêşî li Erdogan vekirin. Lê tişta rast di partiyekî de, di bernameyekî de ji rêderketinek hebe, divê bê hişyarkirin. Ev peywîra wane sereke ye. Ev peywîra xwe neanîne cih. Ji ber wê di muxalefetê de tu bandora wan tune ye." Yalçinbayir aşkera kir ku ew ji sala 2003'an vir ve polîtîkaya AKP'ê naecibîne û her dem rexe dike û wiha got: "Ji ber ku ji rêderketin berê de destpêkiribû." Hiqûq ne ji bo kêfa kesekî ye Yalçinbayir herî dawî li ser mijara rakirina destnedanên wekîlê HDP'ê jî nirxandin kirin û rakirina destnedanê li dijî hiqûqê pênase kir. Yalçinbayir derbirî ku mijara destnedanê jî û mijarên din jî heman tişt in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dema xala 83'yan di meryetê de be, bi xaleke din sererastkirina wê li dijî makeqanûnê ye. Her dosyayek dijî makeqanûnê ye. Hûn wê demê bên, hemû îstisnayan ji derveyî peryirsiyariya kursiyê wekîlan hemû îstisnayan rakin. Wezîr jî di nav de, hemû alîkarên wezîran jî di nav de rakin. Muhakematên hemû memûran rakin. Tenê xala 105'an têra darizandina Erdogan heye, destnedana wan tune. Ji bo serokomar destnedan tune, ji bo wekîla heye, ji bo ew biaxivin heye. Hiqûq ne ji bo kêvxweşiya kesekî, ji bo edaletê heye. Hiqûq ji bo kesên mafê wî hatiye xwarin heye." (ms)